'Siberoja civakê bi perwerdekirina zarokan girêdayî ye'

  • 09:02 31 Gulan 2019
  • Rojane
Sara Şex Hesen
 
HELEB - Mamoste û avakarên pêşdibistana zarokan  ji bo siberoja zarokan dixebitin û xwe amade dikin, ji ber zarok bingeha civakê ne. Mamosteyên pêşdibistina yên ku li Helebê zarokan perde dikin gotin:"Siberoja civakê bi perwerdekirina zarokan girêdayî ye. Heger zarok ne serkeftî bin ew ê siberoja wê civakê jî ne serkeftî û ronî be. Loma divê em gelek girîngiyê bidin perwerdeya zarokan."
 
Zarok siberoja civakê ne, di tevahî civakan de yê ku civakê li ser piyan digire zarok û ciwan in. Di temenê biçûk de mirov çi bide zarokan wê yekê digirin û heta mezin jî dibin bi wê hînbûnê zarok kesayeta xwe bi teşe dikin. Mijar dema ku dibe zarokên kurd wateya wê gelek diguhere. Ji ber ku zarokên kurd çavên xwe di nav şer de vekirin. Yek ji wan qadan bajarê Helebê bû. Di sala 2017'an de ji aliyê Kongreya Star li Taxa Şêx Meqsudê  û Taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji bo siberoja zarokan, pêşdibistan hat vekirin. Endama Rêveberiya Kongreya Star û mamosteya pêşdibistanê têkildarî perwerdeya zarokan agahî dan.  
 
'Zarok bingeha civaka azad e'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star Nehle Mistefa derbarê dibistanan de axivî û bal kişand ser perwerdekirina zarokan û wiha got: "Perwerdekirina zarokan bingeha civakek azad û wekhev e. Piştî taxa Şêx Meqsud hat rizgarkirin, me dest bi vekirina dibistanan kir. Ya herî girîng me pêwistî bi vekirina pêşdibistana zarokan dît. Me du pêşdibistana zarokan vekir, yek li taxa Eşrefiyê û yek jî li taxa Şêx Meqsudeyê. Divê zarok li ser bingehek azad were perwerdekirin. Ji ber perwerdekirina zarokan perwerdekirina siberoja civakê ye.  Zarok di şer de bûne hedef, ji bo ku em zarokan ji şer dûr bixînin me dest bi projeyên pêşdibistanan kir. Ji bo zarok xwe pêş bixin û civakê jî pêş bixin perwerde xalek girîng e." 
 
'80 zarok li pêşdibistanê perwerdeyê dibînin'
 
Mamoste Medya Mislim jî bal dikşîne ser perwerdeyên ziman û wiha got: "Pêşdibistan ev du sale hatiye vekirin. Zarokên kurd û ereb bi hev re perweredeyê dibînin. Em zarokan li ser sê zimanan perwerde dikin. Zarok bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî perwerdeyê dibînin. Nêzî 80’ê zarok li pêşdibistanê perwerdeyê dibînin. Armanca me ji vê pêşdibistanê ew e ji bo ku zarok di dibistanê de astengiyan nejîn. Pêşdibistan bingeha perwerdekirina zarokan e. Perwerde hişmendiya zarokan berfireh dike." 
 
'Zarok ji bo tên pêşdibistanê gelek kêfxweş in'
 
Zarokê bi navê Omer Neiye yê 6 salî hestê xwe wiha anî ziman: "Em ji mamosteyên xwe pir hez dikin ji ber ku ji bo siberojê me hîn dikin."
 
'Wêneyên me pir xweş in'
 
Zaroka bi navê İliyene Henan a 5 salî hêstên xwe wiha vedibêje: "Em wek zarok li dibistanê bi hev re wêneyên xwe xêz dikin, em bi xêzkirina wêneyan pir kêfxweş dibin."