'Min gundê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê parast, dayikên Kurd têkoşer in'
- 09:01 31 Gulan 2019
- Rojane
Roj Hozan
HESEKE - Dayika Terfa Ezîz a ku bûye mînaka jina pîroz a Gundê Qoloyê, dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê wê kirin ew ji gundê xwe nereviye. Dayika Terfayê diyar kir ku wê her dem li dijî dijminên mirovahiyê serî hilda û wiha got: "Ez ji çeteyên DAIŞ'ê netirsiyam min gundê xwe parast û ne poşman im ji ber dayikên kurd têkoşer in û fêrî teslîmiyetê nebûne."
Dema mirov qala tekoşîn û qehremaniyê dike, divê di destpêkê de navê jinên têkoşer bi bîr bîne. Jinên ku pênûsa nivîsandina dîrokê her dem li ser piya hiştiye, têkoşîna wan hêjayî pesindayînê ye. Yek ji mînaka têkoşîna jina Kurd dayika Terfa Ezîz na 82 salî ya ji Gundê Qoloyê yê girêdayî bajarokê Tilbirak a Kantona Hesekê ye. Dayika Terfa tevî temenê xwe yê mezin bi rihekî geş tev digere mirov ji kenê wê hêz û moral digire, bi dilnizmiyeke mezin dikeve dilê mirovan. Xuyaye ji jiyanê gelek tecrûbeyên bi nirx girtiye û girêdayî gundê xwe ye. Di sala 2013'an de dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêmên Kantona Hesekê kirin şêniyên gund, gundê xwe vala kirin, tu mirov di gund de nema ji bilî dayika Terfa a ku bû mînaka dayika berxwedêr ku her kes rêzê jê re digre û wekî dayikeke pîroz lê tê meyizekirin. Ji bo naskirina çîroka dayika Terfa li gel dayikê me li çîroka tekoşîna wê guhdar kir.
'Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş kir min biryar da ez ji gundê xwe nerevim'
Dayika Terfa Ezîz wiha çîroka mayîna xwe ya li gund rave dike: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê me kir gelek zilim û zorî li ser şêniyan dan meşandin, ji bo wê jî şêniyan gund vala kirin. Wekî dayik min nexwest ez ji gundê xwe birevim min biryar da ku ez gundê xwe biparêzim. Rast e temenê min mezin e, lê min dikarîbû wekî dayikeke kurd ez li ber xwe bidim ji ber hezkirina gundê min di dilê min de pir mezin e."
'Çeteyên DAIŞ'ê ji hêza jina Kurd ditirsiyan'
Di berdewamiya axaftina xwe de dayika Terfa qala têkoşîna xwe ya li hember çeteyên DAIŞ'ê dike û wiha dewam kir: "Dema çeteyên DAIŞ'ê ketin gund xwestin ku malên şêniyan talan bikin. Wekî dayik tim ez li hemberî wan disekinîm. Gelek caran di kolanên gundê min re derbas dibûn ez bi vê yekê pir diqeherîm, wextê min li kolanên gundê xwe meyze dikir ji çavên min rondik dibariyan, lê moralê min baş bû ji bo mizgîniya serkeftinê nêz bû. Ez tu caran ji wan neditirsiyam, gelek caran topê wan nêzî mala min diketin. Nêzî salekê di nav wan de ez jiyam, caran wan jî ji min dipirsî çima tu derneketiye û bi tena xwe mayî? Dayikên kurd têkoşer in û fêrî teslîmiyetê nebûneteslîmiyetê nebûne. Ji bo wê jî her tim ji hêza min ditirsiyan."
'Min alîkariya têkoşerên azadiyê dikir'
Dayika Terfa diyar kir ku wê tu carî li dijî çeteyan serî neditewand û wiha dewam kir : "Dema ku şer di navbera çeteyan û şervanên YPJ/YPG'ê de dijwar bû, dixwestin şervan têk biçin. Ji bo ku şervan derbasî gund nebin û rizgar nekin. Mayin li ser rê bi cih dikirin. Erka min bû wekî dayik ez şervanan hişyar bikim û rêyên gund ji wan re nîşan bidim. Ji bo wê jî her dem ez hişyar bûm ji planên çeteyan re û mîn alîkarî dida şervanan bi vê yekê ez ne poşman bûm ez serbilind im. Min alîkariya têkoşerên azadiyê dikir"
'Gundê me azad bû'
Terfayê da zanîn ku herî dawî gundê wan ji aliyê YPJ/YPG'ê ve hatiye rizgarkirin û wiha got: "Di sala 2014'an de şervanên YPJ/YPG'ê gundê me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, wê demê dilê min pir kêfxweş bû ku careke din ez xweşikbûna gundê xwe bibînim û jiyaneke azad li ser axa xwe bjîm. Ji xwe şervanan jî pir hirmet dida min, bi tilîlî û rondikên serkeftinê min wan pêşwazî kir. Vê carê dilê min şad bû xemgîniya min bi dawî bû. Şêniyên gund vegeriyan û her kesî wekî dayikeke pîroz û parezvan li min mêze dikirin."
'Ez ji gundê xwe hez dikim û dixwazim li ser axa xwe tim bijîm û biparêzim'
Dayika Terfayê hezkirina xwe ya ji bo gundê xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarokên min li bajaran zewicîne û dijîn. Ez nikarim dûrî gundê xwe bikevim. Dema ez diçim serdana zarokên xwe ez demdirêj namînim, bi lez vedigerim gundê xwe, sebra min derveyî gund nayê. Heta ez bijîm ez ê li ser axa gundê xwe bim û axa xwe ji dagirkeran biparêzim."