ROJEVA 31'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 31 Gulan 2019
- Rojev
*Dayika Terfa Ezîz a ku bûye mînaka jina pîroz a Gundê Qoloyê, dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê wê kirin ew ji gundê xwe nereviye. Dayika Terfayê diyar kir ku wê her dem li dijî dijminên mirovahiyê serî hilda û wiha got: "Ez ji çeteyên DAIŞ'ê netirsiyam min gundê xwe parast û ne poşman im ji ber dayikên kurd têkoşer in û fêrî teslîmiyetê nebûne." DÎMEN HEYE
*Mamoste û avakarên pêşdibistana zarokan ji bo siberoja zarokan dixebitin û xwe amade dikin, ji ber zarok bingeha civakê ne. Mamosteyên pêşdibistina yên ku li Helebê zarokan perde dikin gotin:"Siberoja civakê bi perwerdekirina zarokan girêdayî ye. Heger zarok ne serkeftî bin ew ê siberoja wê civakê jî ne serkeftî û ronî be. Loma divê em gelek girîngiyê bidin perwerdeya zarokan." DÎMEN HEYE
*Hevşaredara HDP’ê ya Qereyaziyê Melîke Goksu derbarê deynên ku qeyûm ji şaredariyê re hîştiye de axivî. Melîke, anî ziman ku qeyûm şaredarî bi 2 milyar, 63 milyon û 591 hezar TL deyndar kiriye.
*Xweza û mirovahî bi hezaran sal di nav ahengek mezin de jiyan dijîn. Mirov hemû pedîviyên xwe ji xwezayê pêde dike, berhemên xwezayê feyzê dide mirov. Gelek pêdiviyên xwezayê yên ji bo mirovan ji bo tenduristiyê gelek baş e. Li gel gelek gihayên xwarinê gelek gîha ji bo nexweşiyan baş in. Jina bi navê Axîn Qamişlo ya ji Şengalê têkildarî mijarê de wiha dibêje:"Ji ber ku êdî hemû tişt madeyên kîmyewî di nava xwe de dihewîne ev yek zirarê dide mirovan. Loma dermanên xwezayî ji bo tenduristiya mirovan baştir e. Xweza hemû pedîviyên mirovan pêk tîne. Loma divê em li xwezayê xwedî derkevin."
*Avahîsaz Halîme Beyazit ku 15 sale li Amedê di sektora înşatê de cih digire, bi lêv kir ku ji ber krîza aborî nikarin bikevin îhaleyan û wih agot: “Ji bo em têkevin îhaleyan divê pere hebe, ji ber tune ye em nikarin cesaret bikin.” BI DÎMEN
*Di sala 2018’an de 440 jin û îsal jî di 4 mehên dawiyê de jî 137 jin hatin qetilkirin. Endama SES’ê Rahîbe Alkiş Camci, diyar kir ku ya ku şerm bike ne jin e, mêrên tacîzkar in. Ji EGÎTÎM SEN’ê jî Zeynep Aykat jî destnîşan kir ku kujer diyarin lê wekî her car bê ceza dimînin. BI DÎMEN
*Malbatên girtiyan, piştî grevê birçîbûnê ku bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bidawî bûn, çûn girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê wiha gotin: “Moral û rûyê wan yê bi ken divê bihata dîtin. Gotin ‘me bi hev re li ber xwe da, me bi hev re qezenc kir’.” BI DÎMEN
*Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan ku ji ber KHK’yî bûn mazbatayên wan nehatin dayîn, xebatên xwe yên li HDP’a Amedê didomînin. Hulyayê wiha got: “Di pêvajoya hilbijartinê de sozên me dabûn gelê xwe hebû. Negirtina mazbatayê ji bo me ne dawî ye. Destpêkek nû ye.” BI DÎMEN
*Der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag de vê carê bi hinceta tevlî bîranîna ji bo endama Dîwana KCD’ê Dîlek Adsan ya di 21’ê tebaxa 2018’an de jiyana xwe ji dest dabû, bûye, fezleke hat amadekirin.