Tevgera Jinên Azad: Em ê bi hev re bi hêzbin, em ê bi hev re biqîrin

  • 15:47 30 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Tevgera Jinên Azad têkîldarî êrîşên zayendî ya li hemberî jin û zarokan daxuyanî dan û diyar kirin ku êrîşkar nayên cezakirin û wiha gotin: "Li dijî êrîşkaran dê jin bibin yek û li dijî vê yekî têbikoşîn."
 
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê zêdebûna êrîşa zayendî û tundiya li hemberî jinan û zarokan li baxçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun û aktivîstên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Hawar Derya ve hat xwendin. 
 
‘Gelo êrîşkar hatin cezakirin'
 
Hawarê bal kişand ser polîtîkaya îktîdara ya li hemberî êrîşa zayendî û diyar kir ku îktîdar bi nedayina cezayan îstîsmarê meşrû dikin. Hawar, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hişmendiya mêr di dema Neolotîkê heta niha zirar daye jin û  xwezayê. Her roj tundiya li hemberî jinan û zarokan zêde dibe. Li hemberî pêşî girtina tundiyê tiştek nayê kirin. Îktîdar her roj behsa mafê jinan û zarokan dike, lê tu kes qasî îktadarê bi van polîtîkayan mafên jin û zarokan bin pê nake. Em ê bi hev re bi hêzbin û em ê bi hev re biqîrin. Li dibistanê, malê û li kolanan gelo çiqas zarok bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma? Bi sedan û bi hezaran zarok çiqas dengê xwe derxistin lê dengê wan nehat bihîstin û wekî çareserî bi êrîşkaran re hatin zewicandin. Gelo êrîşkar hatin cezakirin? Em serî hildidîn û bêdeng namînîn.” 
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikîn’
 
Hawarê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê her tim li dijî hişmendiya desthilatdar têbikoşîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li kolan, mal û li girtîgehan li her derê êrîşa zayendî pêk tê. Em jin diyar dikin ku em ê vê yekî qebûl nekîn û dengê têkoşîna xwe bilind bikîn. Banga me ev e; Mêrê desthilatdar bila destê xwe ji jinan û zarokan bikişe. Divê hişmendiya îktîdara heyî bê guhertin. Pêwîst em jin hemû bibîn yek û li dijî vê têbikoşîn.”