Girtiyan sewkê nexweşxaneyê nakin
- 15:09 30 Gulan 2019
- Rojane
BALIKESÎR / BÛRSA - Hat ragihandin ku girtiyên li girtîgehên hejmara T1 û T2 sewkê nexweşxaneyan nayên kirin û li Bûrsayê jî sewka girtiyan bi wesayîtên rîngê pêk tê.
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ragihandin ku li navçeya Bandirma ya Balikesîrê girtiyên li girtîgehên girtî yên hejmara T1 û T2 çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirine, sewke nexweşxaneyan nayên kirin. Parêzeran diyar kir ku roja çalakî bi dawî bûye dozger û midurê girtîgehê, fermandarê cendirmeya û bijîjkan civînek kirine û biryareke bi vî rengî girtine: "Li şûna sewqa nexweşxaneyê, piştî vekolîn û kotrolên bijîjkên pispor, girtiyên pêwîstiya wan heye sewkî nexweşxaneyê bên kirin"
Li Bûrsayê girtî bi wesayîtên rîngê sewk dikin
Parêzeran diyar kir ku girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê çalakiya xwe bi dawî kirine, bi wesayîta rîngê sewkê nexweşxaneyê hatine kirine û ev tişt gotin: "Di wesayîta rîngê de hin girtî nerihet dibin. Piştî kontrolên li nexweşxaneyê, girtî careke din dişînin girtîgehê. Rayedarên nexweşxaneyê dibêjin ku amadekariya wan a diyetîsyen tuneye û mûdaxaleyî girtiyan nakin. Dê kontrola girtiyan îro li girtîgehê bê kirin."