Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 14:09 30 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Nevroz Uysal, Mazlum Dînç, Faik Ozgur Erol û Cengiz Yureklî , bi armanca biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê gulanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran herî dawî jî di 22’yê gulanê de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirin.