26 girtî piştî tedawiyê birin girtîgehê

  • 14:04 30 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Ji 27 girtiyan 26 girtî piştî tedawiyê birin girtîgehê. Girtiyê bi navê Servet Kaya ji ber rewşa wî xirab bû li nexweşxaneyê tedawiya wî berdewam dike. 
 
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawî kirin. Tedawiyên girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li nexweşxaneyê didomin. Heta niha 36 girtî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatin tedawîkirin. Şeva borî 9 girtî piştî tedawiyê birin girtîgehê. Niha tedawiya ji 27 girtiyan 26 girtî tedawî bûn û birin nexweşxaneyê. 
 
Ji ber ku rewşa girtiyê bi navê Servet Kaya giran bû hêj li nexweşxaneyê tedawiya wî didome. Her wiha Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê li nexweşxane û girtîgehan kar û barên xwe didomîne.