Li Girtîgeha Bunyanê ji ber serûmê girtî ne baş bûn
- 12:50 30 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê, piştî serûm dan girtiyan, rewşa wan xerab bû. Piştî dayîna serûm tasiyona girtiyan bilind bûye, ji ser hişê xwe çûne û dest bi recifînê kirine. Girtî bi sendelyeyên tekerlik derdikevin hevdîtinê.
Hat hinbûn ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê, serûma şaş dane girtiyên jin ên dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), derbarî tiştên li girtîgehên Qeyserî, Kirikkale, Amasya û Tokatê hatin jiyîn de agahî dan.
Qeyserî
Roja Şemiyê, li polîklînika kampusa girtîgehê, mînakên xwîn, mîz û EKG yên girtiyan hatin girtin. Dûre Berîvan Bîtmen, Maşallah Erbey, Merge Polat, Sînem Oguz û Saliha Cebe yên ji 100 rojî zêdetir direva birçîbûnê man, li heman polîklînîkê rastî muameyên xerab ên bijîşk û xebatkarên tenduristiyê hatin. Piştî ferz kirina kepeçeyê, serum dan girtiyan. Piştî dayîna serumê, rewşa girtiyan xwerab bûye. Dûre tasiyona girtiyan bilind bûye, ji ser hişê xwe çûne û recifîne. Girtî Merge Polat ketiye wê rewşê de ku nekariye nefes bigire û dûre bixar danê. Rewşa Bêrîvan Bîtmen û Maşallah Erbey hîna jî pir cidiye û bi sendelyeyên tekerlik diçin hevdîtinê.
Personelên girtîgehê ji girtiyan re gotin “Heyfa serumên em didin we ne.” Girtiyan ji personelan pirsa din ava serumê de çi heye kirine. Personelan jî li ser vê yekê ji girtiyan re gotine: “Mereq nekin, em jehrê naxwin navê.”
Kirikkale
Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale jî, piştî greva birçîbûnê, lêgerîn pir zêde bûye, girtî rastî muameleya xerab tên û sewqên girtiyan taloq dikin. Dîsan daxwazên girtiyan nayin pêşwazî kirin û Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan.
Amasya
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amasya sewq dikin, lê muayena bi kelepçekirî ferzê wan hatiye kirin. Girtiyên tenê xwîn dane, paşve şandine girtîgeh. Rewşa Fethî Yaşa yê 53 salî yê di greva birçîbûnê de pir kîlo daye, pir xerabe û pirsgirêka wî ya dil heye.
Rêveberiya girtîgehê li gorî Algorîtma TTB’ê tevnagere û xwarên ji edetî dide girtiyan.
Tokat
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokat jî, xwarinên ji edetî didin girtiyan û girtî tenê ji aliyê bijîşkên beşa Lezgîn a 112’an ve hatine kontrol kirin. Girtî sewqî nexweşxanê nehatine kirin û nayin kirin.
Parêzer, ji ber binpêkirinên mafan ên hatin jiyîn, dê îro carek din biçin girtîgehên Amasya û Tokatê.