Bi dirûşma 'Taxa me mala me ye' kolan û tax tên paqîjkirin

  • 12:49 30 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Şaredariya Yenîşehira Amedê bi dirûşma “Taxa me mala me me" bernameya paqijiya tax û kolanan da destpêkirin. 
 
Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi dirûşma “Taxa me mala me ye" bernameya paqijiya kolanan hat destpêkirin. Hevşaredar Belgîn Dîken, endamên meclîsa şaredariyê tevlî bernameyê bûn. Her wiha ne tenê li taxan, li derdora xaniyan jî paqijî hat kirin. Bernameya ku hat destpêkirin ji hêla welatiyan ve rastî eleqeyeke baş hat. Her wiha gezik bi rengê mor hatin xemilandin. 
 
'Dê xebatên me bidomin'
 
Hevşaredar Belgîn, di axaftina xwe de bal kişand ser bernameya paqijiyê û wiha got: "Taxa me mala me ye. Em dixwazin bi bernameyên bi vî rengî xwedî li jiyana ekolojîk derkevin. Demên borî pîrên me taxên xwe bi xwe paqij dikirin. Me jî xwest li herêmekî xebata yekem bidin dest pê kirin. Me xwest bi dirûşma ‘Taxa me mala me ye’ û ‘Kuça me mala me ye’ cudabûnek derxin holê. Dê bernameya me her heftê li taxekê pêk bê. Xebatên me yên bi vî rengî dê bidomin."
 
'Em piştgiriyê didin jiyana bi ekolojîk'
 
Jinên endamên meclîsa şaredariyê der barê bernameyê de wiha gotin: "Neslê me niha xweza û derdorê qirêj dikin. Me li dijî vî nêzîkatiyê xwest kampanyayek bidin dest pê kirin. Me   bi gezikên xemilandî dest bi paqijiya tax û kolan kir. Em piştgiriyê didin jiyana bi ekolojîk." 
 
Şêniyên taxê jî der barê bernameyê de kêyfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji bo paqijiya tax û kolanan hewldanên bi vî rengî watedar e.