'Em ê bi vîna xwe dagirkeriyê hilweşînin û Efrînê rizgar bikin'
- 12:18 30 Gulan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana wekheviya gelan em ê dîwar hilweşînin Efrîn û tevahî xaka Sûriyê rizgar bikin" Rêxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Eşîrên Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek li kampa Berxwedanê dan.
Rêxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Eşîrên Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana wekheviya gelan em ê Efrîn û tevahî xaka Sûriyê rizgar bikin" daxuyaniyek ji bo şermezar kirina kiryarên dawî û şewitandinên ku di hundir Efrînê de li dar xistin.
Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, gelê kampa Serdem û Berxwedan amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên pakrewanên azadiyê, pankarta bi nivîsa "Dagirkirina Efrînê parçekirina xaka Sûriyê ye, Hûn çiqas bişewtînin em ê bi xwîna xwe şîn bikin" hatin hilgirtin. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelox Reşîd ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji destpêka 2019'an ve çalakiyên leşkerî û siyasî li ser qada Sûriyê û Rojhilata Navîn bi leztir dibe, şerê Cîhanê yê sêyemîn di qonaxa herî zehmet û germirtir de derbas dibe. Dagirker hatin Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê, di encama wê de zêtedirî nîvê gelê Sûriyê koçber û penaber bûn. Dagirkirina dewleta tirk axa Sûriyê re zêtedir bû, ya herî dawî li Efrînê bû."
Li kêleka wê siyaseta Demokratîk ji aliyê Rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilata Sûriyê nûnerên rastîn pêkhateyên wê herêman, bandoreke erênî di parastina binesazî û tevna civakî û yekbûna xaka Sûriyê û têk çûna terorê ya ku DAIŞ temsîla wê dike, bi riya şervanên YPJ/YPG û QSD hatin binpêkirin û paytexta terorê yê li Reqayê û dewletên piştgirî dida wan di Baxozê de têk çûn. Piştre Rêveberiya Xweser dest bi pêngaveke dîplomatîk a heremî û netewî kir, ji bo naskirina fermî ya Rêveberiyê û avakirina dadgehên navneteweyî di herêmên Rêveberiyê de, ji bo darizandina terorîstên DAIŞ'ê û her wiha rizgarkirina Efrînê di serî de ye.
Dewleta Rus re plana xwe kir û derfet ji Tirkiyeyê re vekir ku êrîş û dagirkirina Efrînê bike, zêdetirî sêsed hezar ji niştecihên wê bi dara zorê hatin koçberkirin, hemû zagonên navnetewî yên taybet mafên mirovan binpê kirin, hemû cureyên şer li ser gelê Efrînê hatin kirin, qetilkirin, îşkence, revandin û daxwaza pereyan pêk anîn û dest dayîna li ser milkên gel û bi taybet guhertina demografîk bi riya koçberiyê pêk anîn, dizîna berhemên dîrokî û şewitandina xwezayê û destberdana çeteyên wan gihaşt asta bilind. Zarokek ji ber ku pereyê bavê wî tune bû bide çeteyan ji aliyê çeteyan ve hat kuştin. Mafên gelên li Efrînê dijîn bi her hawî tên binpêkirin.
Gelê Efrînê û Şehbayê yên berxwedêr bi saya berxwedan û vîna wan ya ku nesekiniye em ê vegerin Efrînê û roj ji rojê vegera me nêz dibe, em ê hemû herêmen ji Şehbayê man e rizgar bikin, ew jî bi îradeya me dê pêk were.
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana gelan", "Bijî Serok Apo", Şehîd namirin" bi dawî bû.