‘Li ser qanûna medenî jiyana jinê hedef tê girtin’
- 09:11 30 Gulan 2019
- Hiqûq
Şehrîban Aslan
AMED - Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş da zanîn ku li ser Qanûna Medenî jiyana jinê hedef tê girtin û wiha got: “Divê nîqaşên nefeqeyê di vê esasê de bê destgirtin. Ev hemû ji nêrîna hikûmetê ya li hember jinên cuda nayên girtin. Bi aliyê mafê jinan hewl didin şûnde bixînin.”
Di encama muzakereya navbera Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) û wezareta dadê de, ji aliyê Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî ve di 10’ê Cotmeha 2018’an de ‘Komxebata Nefeqeyê’ pêk hat û nîqaşên ‘sînorkirina nefeqeyê’ hîna di rojevê de ye. Tevgerên jinan li dijî vê pêkanînê derketin û AKP’ê hîna pêşnûmeyek amade nekiriye û MHP’ê jî pêşnûmeyeke ku divê nefeqe bi 5 salan bê sînorkirin amade kir. Îyî Partî jî pêşnûmeyeke nefeqeyê ya ku li gorî pêvajoyên zewacê bi ast diyar kir pêşniyar kir. HDP’ê jî der barê mijarê de diyar kir ku ev di alî jinan de bi fikar e.
Wezareta Xizmetên Civakî, Malbatî û Xebatê jî da zanîn ku hevjînê dest jê tê berdan divê wek SGK’ê neyê dîtin û rêxistinan jinan diyar kirin ku ev tê wateya ku jin mahkumê şîdet û zewacê bê kirin.
Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş der barê sererastkirina nefeqeyê de pirsên me bersivand.
*Hûn dikarin der barê sererastkirina nefeqeya ku pêk tê de agahî bidin?
Qanûna Medenî ya hejmara 4721'an a di meriyetê de ye, ji bo nefeqeyê jin û mêr ji hev cuda nakin. Lê ji ber rastiya civakê ji ber hewcedariya jinan bêtir pê heye, jin serî lê didin. Bi şertê ku alî ne bi qisûr bin, dikare nefeqeya xizaniyê bixwaze. Şertê ewil ji ber destberdanê rewşa derketina xizaniyê ye. Yên nefeqeyê dixwazin divê teqez bixwazin. Nefeqeya xizaniyê bê dem tê xwestin. Lê yê nefeqeyê digire, di rewşa bizewice de, an jî mirinê de, nefeqe ji holê radibe.
Ev esas jî divê bê dîtin; Rewşa aborî û civakî ya aliyan ji aliyê saziyê têkildar ve tê lêkolînkirin û li gorî hêza kesan ev pere tê diyarkirin.
* Sererastkirina hewl tê dayîn bê kirin çi dihewîne?
Ev 6-7 sal in der barê sererastkirina nefeqeyê de nîqaş mijara gotinê bûn. Lê guherîna tê kirin ji ber di Qanûna Medenî de heye, pêşketin çênabe. Ji ber di pêşnûmeyê de jî nefeqe li gorî şerta pêvajoyê ye, li rêjeya qisur dinêre. Di Qanûna heyî de jî ji xwe li gorî şertên heyî dikare bê rakirin.
*Di alî jinan de xetereyên vê çi ne?
Ev guherîna tê xwestin di rewşa heyî de daxwaza destberdana jinan ji holê radike. Di nîqaşên nefeqeyê de hesabkirina demê ji bo jinan bi xeter e. Mînak jinek 5 sal zewicî maye, pêşniyara nefeqeyê aniye û hatiye qebûlkirin. Jin li wê mala ku şîdet dîtiye heta dema wê tije bibe neçare li wê malê bimîne. Ev jî wê rê li ber mexduriyetek mezin vebike. Dayîna ji sedî 80’ê nefeqeya tê girêdan ne pêkan e. Ji ber vê li ser Qanûna Medenî jiyana jinê raste rast hedef tê girtin.
*Sererastkitina di 2018’an de hatiye amadekirin çima tê sekinandin?
Ev mijar bi salane di rojeva rayagiştî de tê girtin. Tiştê ku hewl tê dayîn bi guherînê bê kirin her diçe xeter dibe. Mînak dadgerên malbatê nefeqeya bixwe diyar dikirin, êdî red dikin. Ji ber ji bertekên rayagiştî xwe dikşînin û dizanin ku ev rewş wê neheqiyên cidî derxe holê, di vê mijarê de cesaret nakin. Wezareta malbatê herî dawî ji bo mijarê got ‘Em di amadekariyeke ku hemû aliyan jî mexdur nekin de ne’.
*Parêzer wê li dijî vê sererastkirinê çi bikin? Wê xetek têkoşînê ya çawa ava bikin?
Hedefa me ev e ku em pêşdarazên şaş ên di civakê de û rastiyan danîn holê . Der barê vê de hemû rêxistinên jinan di hewldanê de ne. Em îtîrazên xwe yên der barê şaşiyan de tînin ziman. Di komxebata wezareta dadê de got der barê mexduriyetan de dane destê wan de tune ye. Xebatek me ya der barê amadekarina raporê ya der barê daneyan de heye.