Dayikên li Wanê: Ji bo aştiyeke mayin de em ê têbikoşin
- 09:09 30 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Dayikên ji bo dengê zarokên xwe bidin bihistin li kolanan rastî êrîşên polîsan hatin û hatin binçavkirin, diyar kirin ku ji vir şûnde jî wê ji bo aştiyeke mayînde têbikoşin.
Piştî hevdîtina ku parêzeran di 22’ê gulanê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anîn şûnde banga bidawîkirina greva birçîbûnê û rojiyên mirinê hat kirin. Piştî bangê şûnde Leyla Guven, bi hezaran girtî û gelek çalakgerên li deverên cuda yên cîhanê û parlamenterên di greva birçîbûnê de dawî li greva xwe anîn. Ji her alî ev erênî hat pêşwazîkirin. Dayikên laçik spî yên bi berxwedana xwe di aştiyê de israr dikin, piştgirî dan bangê. Her wiha Tevgera Jinan a Azad (TJA) jî bi banga ‘Em bibin şopdarên aştiyeke bi rûmet’ piştgirî dan.
Şadiye Aktî ya di Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê de cih digire, bi lêv kir ku divê hawira aramiyê bê afirandin û wiha got: “Ez wek dayikekê 6 meh in ji bo zarokên di grevê de têdikoşim. Me tucarî di çalakiyên xwe de serî li şîdetê neda. Me bi deng û laçikên li xwe berxwe da. Me herî dawî zarokên xwe xilas kir. Lê bidawîbûna grevan têkoşîn bidawî nabe. Ji ber temînata aştiyê tune. Divê em tu car ji têkoşînê şûnde gavê navêjin.”
‘Me bi zarokên xwe re têkoşîn da û em biser ketin’
Dayika Sînan Salhan yê 143 roj bû di grevê de bû, Besra Salhan yek ji dayikên ku çibû Enqereyê. Besrayê bi lêv kir ku bi zarokên xwe re têkoşiyane û bi ser ketine. Besrayê ev tişt vegot: “Me 5 rojan li Meclîsê li û piştre li Navenda Giştî ya HDP’ê nobeta xwe berdewam kir. Em gelek caran hatin derbkirin. Me piştgirî da zarokên xwe û em bi ser ketin.”
‘Aştiyek bi rûmet bi têkoşînê pêkane’
Besrayê bi lêv kir ku wê ji vir şûnde jî ji bo aştiyeke bi rûmet têbikoşin û ev tişt bi lêv kir: “Hemû dayikên li bajarên cuda ji bo rakirina tecrîdê têkoşîn dan. Me nikaribû mirina zarokên xwe temaşe bikin. Aştiyek bi rûmet bi têkoşînê pêkane.”
‘Me jî bi daxwaza zarokên xwe bawer kir’
Medîne Kiyak ya kurê wê 86 roj bû di grevê de bû jî anî ziman ku ji ber hêzên demokratîk berpirsyariya xwe neanîne tecrîd didome û wiha got: “Ez jî çûm Enqereyê. Em her tim ji bo aştiyê bi hêvî ne. Me bi têkoşîna hevpar jî carek din nîşan da. Ya girîng divê ji vir şûnde jî em di aştiyê de israr bikin. Çi dibe bila bibe em bi zarokên xwe re bûn. Em li hember daxwaza zarokên xwe rêzdar bûn. Em jî bûn dengê daxwaza wan. Em hevî dikin ku her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”