Hevşaredar Bêrîvan Kutlu: Em ê polîtîkayên wan ên têkbirinê vala derxînin
- 09:08 30 Gulan 2019
- Rojane
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Fîrmayên ku di dema qeyûm de dest bi çêkirina avahiya nû ya Şaredariya Cizîrê kiribûn îro ji ber îcra hatiye ser wan çêkirina avahiyê nîvco maye. Derbarê mijarê de Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu axivî û anî ziman ku îro ev tiştê ku qewimiye bi zanebûn tê kirin û wiha got: “Kesên ku îro îcra anîne ser fîrmayan alîgirên qeyûm û AKP’ê ne.”
Di hilbijartinên heremî yên 31’ê Adarê de bi ji sedî 77 dengan Şaredariya Naveçeya Cizîrê ya Şirnexê ji qeyûm hatibû girtin. Piştî ku hevşaredaran di derbarê deynên qeyûm de lêkolîn kirin derket holê ku Şaredariya Cizîrê bi 220 mîlyon TL ji aliyê qeyûmê ve hatiye deyndarkirin. Derbarê mijarê de Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu axivî.
‘Qeyûmê bi tenê deyn û qêrîn li paş xwe hîştiye’
Berîvan, anî ziman ku deynên qeyûm yên fermî wan berê diyar kirine û şaredarî 220 mîlyon TL ji aliyê qeyûm ve hatiye deyndarkirin û wiha got: “Lê piştre lêkolînên me berdewam kirin û me lê nêrî ku ji MARSU’yê jî 35 mîlyon TL deyn kiriye û nayê zanîn ku ev pere ji bo çi deyn kiriye û li ku xerc kiriye. Her wiha Ji bo çêkirina avahiya nû ya şaredariya Cizîrê jî 7 mîlyon û nîv deyn kiriye. Niha bi giştî şaredarî bi 260 mîlyon di bin deynan de ye û kesên deyn dane pereyê xwe dixwazin. Deynê ku hatiye kirin jî ji Esnaf banka û kargehan hatiye kirin. Qeyûm deyn kiriye û tu deynekî xwe jî nedaye. Piştî ku em hatin ser şaredariyê her roj deyndarek tê û deynê xwe dixwaze. Heta niha her rojê banqayek an jî fîrmayek li me digere dibêjin em ê îcrayê daynin ser malên we, em ê malên we. Qeyûmê bi tenê deyn û qêrîn li paş xwe hîştiye.”
Îcra hat ser fîrmayên ku bi şaredariyê re dixebitin
Berîvan, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku fîrmayên ji bo çêkirina avahiya nû ya şaredariyê dixebitin îcra hatiye ser û wiha domand: “Ev avahiya Şaredariya Cizîrê ya ku nû tê çêkirin ji aliyê fîrmayên ku nêzî qeyûm û hikûmetê ne ve çêkirin. Ji 10 fîrmayan zêdetir ên ku di çêkirina avahiya nû ya şaredariyê de dixebitin îcra hat ser wan. Îcraya ku hatiye ser fîrmayan jî bi zanebûn şandine. Ev îcra me gelek aciz dike. Em gelek baş dizanin ku ew fîrma bi qeyûmê re dixebitin. Ev tişt bi zanebûn tê kirin. Lê ev jî polîtîqayek îktîdarê ye. Lê em li benda êrîşek bi vî rengî bûn. Mînak li Şaredariya Bajarê Mezin a Qersê jî heman tişt hatiye kirin û odeyên hevşaredaran hemû alavên wan hatine desteserkirin. Lê wê me bêzar nekin em ê li her cihî ji bo gelê xwe xebata xwe berdewam bikin. Li ku dibe bila bibe. Em ê bi alîkariya gelê xwe ji bin vî barî rabin."
Berîvan, di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got: “Karkerên ku bi qeyûm re xebitîne ji me re dibêjin ‘îhale li Enqere dihatin çêkirin û dema dihanîn vê derê bi tenê digotin hûnê îmze bikin. Hemû îhale bi vî rengî hatine kirin. Ji me re digotin hûn ê tu tiştî nepirsin û bertekan nîşan nedin.’ Ev jî diyar dike ku ew alîgirên qeyûm û hikûmeta AKP’ê ne.”
‘Ev pêvajo pêvajoyeke gelek girîng e’
Berîvan, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tiştê herî zêde pêwîst dike kar û xebatên jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku mala jinê vekin û xebatên bi vê rengî bikin. Lê ji ber derfetên di destên me de kêm in em nikarin tu tiştî bikin. Ev pêvajo pêvajoyeke gelek girîng e. Êrîş û deynê şaredariyê me tengav dike. Lê çi dibe bila bibe em ê bi gelê xwe re biserkevin. Polîtîqatên ku li dijî me tên meşandin çi dibe bila bibe tevî hemû zor û zehmetiyan em ê bi têkoşîna xwe biser kevin. Em ê polîtîqayên wan vala derbixin.”