ROJEVA 30'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 30 Gulan 2019
  • Rojev
* Jina bi navê Werda Elî Ismayîl a ku ji xwezayê hez dike û di mala xwe de baxçeyek bi keda destên xwe ava kiriye wiha got: " Xwezaya xweş û paqij ji bo tenduristiya mirovan gelek baş e. Min baxçeyek ji xwe re ava kir û di heman demê de az ajalan jî xwedî dikim. Dema em li xwezayê xwedî derkevin dê xweza jî li me xwedî derkeve." DÎMEN HEYE
 
* Zanîngeha Kobanê bi pergal û şêwaza jiyana xwe feraseta komînal di nav xwendekaran de dide afirandin. Bi fikir û zanista civakî xwendevan ji aliyê feraset, têgihîştin û hestên komînalbûnê De perwerdeyeke baş dibînin. Xwendakarên ku diçin zanîngehê hestên xwe anîn ziman û gotin:"Zanîngeha azad nîfşên azad diafirîne. Ji bo siberojek azad nifşên azad difikirin û perwerdekirî pêwist in." DÎMEN HEYE
 
*Fîrmayên ku di dema qeyûm de dest bi çêkirina avahiya nû ya Şaredariya Cizîrê kiribûn îro ji ber îcra hatiye ser wan çêkirina avahiyê nîvco maye. Derbarê mijarê de Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu axivî û anî ziman ku îro ev tiştê ku qewimiye bi zanebûn tê kirin û wiha got: “Kesên ku îro îcra anîne ser fîrmayan alîgirên qeyûm û AKP’ê ne.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş da zanîn ku li ser Qanûna Medenî jiyana jinê hedef tê girtin û wiha got: “Divê nîqaşên nefeqeyê di vê esasê de bê destgirtin. Ev hemû ji nêrîna hikûmetê ya li hember jinên cuda nayên girtin. Bi aliyê mafê jinan hewl didin şûnde bixînin.”
DÎMEN HEYE
 
*Dayikên ji bo dengê zarokên xwe bidin bihistin li kolanan rastî êrîşên polîsan hatin û hatin binçavkirin, diyar kirin ku ji vir şûnde jî wê ji bo aştiyeke mayînde têbikoşin. DÎMEN HEYE