Li Sêrtê qedexeya derketina derve

  • 17:20 29 Gulan 2019
  • Rojane
SÊRT - Çolterên 2 gund û 2 taxên navçeya Hewêl a Sêrtê, ji bo 15 rojan bi hinceta “Herêma Ewlekariya Teybet” hatin qedexekirin.
 
Herêmên çolterên gundên Meşelîk û Ardiçdali, taxên Aydinlar û Korucu yên navçeya Hewêl a Sêrtê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Teybet” hatin qedexekirin. Qedexeya hat îlankirin, dê ji 29’ê Gulanê, heya 12’ê Hezîrana 2019’an dewam bike.