9 girtiyên hatin tedawîkirin şandin girtigehê
- 15:26 29 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Ji 36 girtiyên ku li nexweşxaneyê dihatin tedawîkirin 9 jê piştî tedawiyê birin girtîgehê. Girtiyên ku nehatin sewqkirin tedawiya wan li revîra girtîgehê tê kirin.
Piştî bidawîkirina girevên birçîbûnê 36 girtiyên Girtîgeha Girtî ya Jinê û ya Tîpa D a Amedê sewqî nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hatibûn kirin. Hat hînbûn ku do 9 girtî hatine tedawîkirin. Niha jî tedawiya 27 kesî didomin.
Hat diyarkirin ku hejmara kesên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê 221 kes in. 200 girtiyên ku ranekirin nexweşxaneya li revîrên girtîgehan tên tedawîkirin. Her roj kontrola tenduristiyê ya rojane ya girtiyan tê kirin. Heyeta Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê jî rewşa nexweşxane û girtîgehan kontrol dikin.
Taburcu olan tutsakların isimleri şöyle: "Adnan Yiğittekin, Ahmet Topkaya, Bahattin Demir, Rıdvan Kaya, Mazlum Dilek, Cüneyt Aslan, Nimetullah Çinkılıç, Sercan Gümüş ve Kumri Tokay."
Girtiyên ku hatin taburcukirin navên wan wiha ne:"Adnan Yiğittekin, Ahmet Topkaya, Bahattin Demir, Rıdvan Kaya, Mazlum Dilek, Cuneyt Aslan, Nimetullah Çinkılıç, Sercan Gumuş ve Kumri Tokay."