28 kesên li Xelfetiyê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
- 14:16 29 Gulan 2019
- Rojane
RIHA - 28 kesên li Xelfetî hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatibûn, anîn Edliya Rihayê.
Li Taxa Dêrto ya Xelfetî ya Rihayê, di 18'ê Gulanê de, di navbera leşker û HPG’iyan de pevçûnekê rû da. Di pevçûnê de alîkarekê komiser û bi dîaya HPG’ine 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.
Piştî pevçûnê li Taxa Tute û Qoser ên navçeya Hewag û taxên Sirataşlar û Derto yên navçeya Xelfetî di serdegirtinên malan de 51 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, ji malên xwe heya qereqola cendirmena û Şaxa TEM’ê ya Rihayê rastî îşkenceyên giran hatibûn. Ji 51 kesên hatibûn binçavkirin 28 jê îro anîn Edliya Rihayê.
Di hefteya derbasbûyî de 23 kes derxistibûn edliyê û 22 kes bi şertê kontrala Edlî hatibûn berdan. Welatiyê bi navê Abdullah Çîftçî jî bi îdîaya li ser medya civakî “Propagandeya rêxistinê” kirin hatibûn girtin.
28 kesên dibin çavan de mabûn, îro anîn Edliya Rihayê. Lêpirsîna 28 kesan a dozgeriyê dewam dike. Malbatên kesên dibin çavan de yên li ber edliyê kom bûn, rawestîna wan dewam dike.