Li Herêma Egeyê tedawiya girtiyên li girtîgehan dest pê kir

  • 14:15 29 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Herêma Egeyê tedawiya girtiyên li girtîgehan ên greva birçîbûnê bi dawî kirin, dest pê kir.
 
Piştî daxauyaniya parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da şûnde çalakiyên grevên birçîbûnê bi dawî bûn. Piştî grevên birçîbûnê bi dawî bû şûnde heyetên ku ji parêzer û tenduristvanan pêk tên çûn serdana girtîgeh û nexweşxaneyan. Serdan niha dewam dike. 
 
Li 9 girtîgehên li Egeyê dest bi tedawiya girtiyan hat kirin. Li Saziya Ceza ya Înfazê ya Girtîgeha Şakranê hat diyarkirin ku girtiyên ku grev bi dawî kirine rastî mamelayek nexweş hatine. 
 
Tespîtên heyetên ji TÎHV, ÎHD û HDP'ê pêk tên ên derbarê girtîgehan de wiha ne:
 
*Saziya Ceza ya Înfazê ya Girtîgeha Şakranê ya Jinê
 
Rahşan Aydin, Gulten Akgul, Remziye Polat, Dilan Yoruklu, Damla Erdem ên ku ji 26'ê Kanûnê de di grevê de bûn hat hînbûn ku hîn nehatine tedawîkirin. Li Saziya Ceza ya Înfazê ya Girtîgeha Şakranê ya Jinê ji xeynî kampusê girtiyan nabin derek din. Rja yekşemê di saetên êvarê de 30 girtî girtine revîra 4 kesî. Her wiha li girtiyan sirûdên nijadperest hatine guhdarkirin. Malbatan diyar kirin ku wan ji bo giliyê daxwazname şandine. Hat hînbûn ku li ser girtiyên nû greva xwe bi dawî kirine xwarinên bi salçe, rûn û şor tên fezkirin. 
 
Îro jî hat hînbûn ku girtiyên rewşa wan giran in tedawiya wan hatiye destpêkirin û vîtamîna wan hatiye dayin. 
 
Li Girtîgeha Tipa T a Şakranê 161 li Girtîgehên Girtî yên Şakranê yên Jinê 35 girtî di grevê de bûn. 
 
*Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Menemenê
 
6 girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tipa T a Menemenê ji 1'ê Adarê heta niha di grevê de bûn şeva din anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê û ji ber ku kapasîte kêm bû tedawî red kirin. Girtiyên ku rakirin revîra girtîgehê li gor bernameya diyetê hatin tedawîkirin. 
 
*Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar
 
Ji girtiyan 13 kes ên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê tên tedawîkirin. 
 
*Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Odemîşê
 
26 girtiyên Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Odemîşê piştî tedawiya wan dîsa şandin girtîgehê. 
 
*Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Manîsayê
 
Piştî serdana parêzeran li Girtîgeha Tipa T a Manîsayê bernameya diyeta 5 girtiyan hat ragihandin. Her wiha ji girtiyan Şemsettin Erdem ê ku ji 27'ê Kanûnê heta niha di grevê de bû pirsgirêka made dijî. 
 
*Girtîgeha Tipa T ya Akhisarê
 
Hat hînbûn ku 17 girtiyên li Girtîgeha Tipa T a Akhisarê sewqî Nexweşxaneyên Manisayê hatine kirin û piştî tedawiyê dîsa şandine girtîgehan. 
 
Akhisar T Tipi Cezaevi’nde 5 Ocak’ta Yorgun Bektaşoğlu, Bozo Aslan, Metin Keleş,5 Şubatta Rahmetullah Keskin, 25 Şubatta Selahattin Kızılçınar, Tarkan Acet, Mustafa Tekin süresiz dönüşümsüz açlık grevine başlamıştı.
 
*1'emîn û 2'emîn Girtîgehên Bandirmayê yên Tîpa T yên Girtî 
 
Bandırma 1 ve 2 Nolu T Tipi Kapalı Cezaevi’nde Balıkesir’deki hastanelerde pazar günü olması nedeniyle uzman doktorların olmadığı gerekçesiyle tedavi edilemezken gazete verilmeyen tutsaklar grevin bittiğini geç saatlerde kendilerini ziyaret eden avukatlar aracılığıyla öğrenebildi. Çeşitli hastanelerden doktorların cezaevine giderek tedaviyi başlattığı ve diyet programına uyulduğu belirtildi.
 
Li 1'emîn Girtîgeha Bandirmayê ji 27'ê Adarê de Siraç Keskin, Abdullah Kaya, Engin Okutucu, Şeyhmus Can, Zinar Dogan, Serdar Taşkın, Ekrem Gun, Mikail Mungan, Înan Soylemez, Sipan Karabulut di greva birçîbûnê de bûn.
 
Li 1'emîn Girtîgeha Bandirmayê 69, li 2'emîn Girtîgeha Bandirmayê 66 girtî di greva birçîbûnê de bûn. 
 
*Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Kepsutê
 
Di 18'ê Çileyê 2019'an de li Girtîgeha Girtî ya L yê ya Kepsutê Mazlum Cesur, Muhtesim Ertugrul, Tarık Aliçi, Mehmet Aşkara û ji 1'ê Adarê de bi giştî 40 kes di grevê de bûn. Li gor agahiyên bi hevdîtinê ji Muduriyeta Girtîgeha Tipa L a Kepsutê hat girtin ji bo tahlîlan xwîn hatiye girtin, li gor pêdiviyên wan serûm dane wan, li gor agahiyên raporên bijîşkan ew ê sewqên nexweşxaneyan bên kirin.
 
*Girtîgeha Tipa D a Burhaniyeyê
 
Hat hînbûn ku hemû girtî tedawiya wan tê kirin. Bi diyetê tedawiya Figen Şahin, Gulistan Tekin, Gulten Şakar tê kirin. Musa Ali Îhsan ê ku rewşa wî giran e niha tê tedawîkirin.