Li Qamişloyê li ser rêya Erba Şewarih teqîn pek hat

  • 09:19 29 Gulan 2019
  • Rojane
QAMİŞLO - Li Qamişloyê li ser rêya Erba Şewarih nêzî parqa Sîvanê teqîn pêk hat.
 
Di  saet 21:23'an de  li ser rêya Erbeh Şewarih Rojhilatê qamişloyê nêzî parqa Sîvan li çerxerêya Ekaşê  li himber erebeyeka leşkerî ya parastinê teqîn pêk hat. Di teqînê de kesekî zirar nedît. Li gorî çavkaniyên li cihê teqînê ku bombeyek li ser rê hatibû bicihkirin û dema erebeya parastinê derbas dibe teqîn pêk tê. Li gorî wê jî hêzên ewlehiyê û asayişê xwe gihandin cihê teqînê û cih kontrol kirin hîn jî agahiyên zelal di derbarê kesên ku teqîn pêk anînene de nehatiye eşkerekirin.
 
Hîn lêpirsîn ji aliyê asayişê ve berdewam e.