Dayika rojnameger Kîbriye Evren: Em bi zarokên xwe serbilind in
- 09:18 29 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Rojnameger Kîbriye Evren ku 162 rojan di greva birçîbûnê de ma, bi kelepçeyê birin nexweşxanê û bi vî awayî derman dikin. Malbata Kîbriyeyê ku çû hevdîtina wê, diyar kirin ku ew bi zarokên xwe yên ev berxwedan birine serkeftinê, serbilind in.
Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîda li îmraliyê ketibûn grevê, dema çalakiya xwe berdewam dikirin, sewkî girtîgeha Tîpa T ya Amedê kirin. Piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her sê jin ji aliyê rêveberiya girtîgehê rakirin Nexweşxana lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl. Malbata Kîbriyeyê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz kirin ku bi keça xwe re bên cem hev. Serlêdan erênî hat bersivandin û dê û bavê wê çûn nexweşxanê û hevdîtinek kirin. Dê û bavê Kîbriyeyê rewşa wê ji ajansa me re parve kir.
‘Bi kelepçê dibin dermankirinê’
Dayika wê Şadiye Evren daxuyakirin ku Kîbriyeyê gelek kîlo daye lê moralê wê gelek baş e û wiha got: “Ji be grev bi dawî bûn em kêfxweşin. Kîbriye bi kelepçê razaye. Ji ber vê dixwaze vegere girtîgehê. Nikarin tevbigerin û di bin zextek mezin de ne. Ji ber vê piştî dermankirinê wê vegerin girtîgehê. Tevî her tiştî em bi zarokên xwe yên berxwedan gîhandin serkeftinê, serbilindin.”
‘Bi serumê mudaxale dikin’
Şadiyeyê destnîşan kir ku di bin zextan de dermankirina girtiyan nikare bê qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewş li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Doktor bi rêk û pêk derman û seruman didin Kîbriyeyê. Niha bi mamayê xwedî dibin. Nayê zanîn wê kengê xwarinên din bidinê. Di hefteyekê de wê ji nexweşxanê derxistin. Ev kesên 162 roje di grevê de mane divê ji aliyê doktorên serbixwe ve bi rêk û pêk bên kontrolkirin.”
‘Di milekî de kelepçe di milekî de serum’
Bavê wê Riza Evren jî bi lêv kir ku keça wê tenê rojnamegerî kiriye û ji ber vê hatiye darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî keça min li nexweşxaneyê ye, di bin dorpêçê de tê dermankirin. Di milekê wê de kelepçe di yê din de jî serum heye. Sê gardiyanên jin jî li ser disekinin. Zarokên me li nexweşxanê di bin tecrîdê de ne. Tevî her tiştî em dema zarokên xwe kêfxwe dibînin, em jî kêfxweş dibin. Em bi zarokên xwe serbilindin. Zarokên me zilm qebûl nekirin û li dijî zilmê serî hildan.”