Li Mêrdînê girtiyan ranakin nexweşxaneyê
- 09:14 29 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Ji 104 girtiyên ku li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di grevê de bûn û dawî li grevê anîn jê 2 heb rakirin nexweşxaneyê û der barê rewşa girtiyên din de jî agahiyan nadin malbat, parêzer û parlamenteran. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak, got ji bo agahiyan bigirin çûne girtîgeh û nexweşxaneya dewletê lê bersiva neyînî girtine û got ew ji rewşa girtiyan bi fikar in.
Piştî hevdîtina ku parêzeran di 22’ê Gulanê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anîn şûnde banga bidawîkirina grvên birçîbûnê û rojiyên mirinê hat kirin. Piştî bangê şûnde Leyla Guven, bi hezaran girtî û gelek çalakgerên li deverên cuda yên cîhanê û parlamenterên di greva birçîbûnê de dawî li greva xwe anîn. Lê hîna li hinek girtîgehan girtî sewqî nexweşxaneyan nehatiye kirin. Hinceta ‘ji wan re teblîgat neçûye’ didin pêş girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku divê 104 girtî sewqî nexweşxaneyê bihata kirin tenê 2 heb rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û sewqkirina 3 girtiyan dipê.
‘Em ji rewşa girtiyan bi fikar in’
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak, bi lêv kir ku pêvajo baş bi rê ve naçe û ji rewşa tenduristiya girtiyan bi fikar in û wiha pê de çû: “Pêvajoyeke greva birçîbûnê ya ku bi hezaran kes tevlî bû hat jiyîn. Grevan 7 mehan berdewam kir. Bi daxuyaniya ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir, grev bi dawî bûn. Em jî li Mêrdînê ji bo pêvajoya 104 girtî bişopînin çûn girtîgehê. Me bi parlamentera xwe Tuma Çelîk re daxwaz kir ku bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikin. Lê midûr bi hinceta ne li gorî mevzuatê ye hevdîtin red kir. Ji 104 girtî 6 heb 141 rojî di grevê de man.Em der barê rewşa wan de bifikar in.”
Eylemê daxuyakirin ku bi pêkanîna li girtîgehan hatiye destpêkirin li nexweşxaneyan jî didome û ev tişt anî ziman: “Em piştî girtîgehê çûn nexweşxaneyê. Nexweşxaneya Dewletê jî agahî neda me. Hinek agahiyên me ji Odeya Tabîban û parêzeran girtine hene. Heta niha kontrol û dermankirin a hemû girtiyan hatiye kirin. Ji bo girtiyên dixwazin bên sewqkirin form hatiye dayîn. Agahî hat ku du girtî rakirine nexweşxaneyê.”
‘Di mijara mudaxaleyê de xesas tev nagerin’
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk jî der barê mijarê de axivî û got: “Em ji bo hevîtinê çûn girtîgeh û nexweşxaneya dewletê. Lê midûrê girtîgehê gelek hincet rêz kir. Li gorî agahiyên li wir hemû girtî kontrolên wan hatine kirin, tahlîlên wan ên xwînê hatine kirin. Ev xebat ji aliyê doktorê girtîgehê ve hatiye kirin. Gotin hinek girtî hatine sewqkirin lê agahiyên zelal nedan. Em jî li ser vê çûn nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên me girtin 2 girtî sewqî nexweşxaneyê kirine û sewqkirina 3 girtiyan jî dipê. Em bi fikar in ku di mijara mudaxalekirinan de xesas tev nagerin. Hejmara girtiyan zêde ye. Mudaxaleya li girtîgehê têr nake. Em hewl didin bibin alîkar. Lê daxwaza me erênî nayê dîtin. Di sînorên xwe de israr dikin.”