Salek piştî Şuleyê: Yên hatin darizandin dîsa jin bûn

  • 09:13 29 Gulan 2019
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Şule Çet di 29’ê Gulana 2018’an de li Enqereyê hat qetilkirin. Wek her dozên kuştinên jinan, daraza mêr ne gumanbar jinên hatin qetilkirin û bedena wan darizand.
 
Van rojan di rojeva daraza mêr de dozeke cuda heye. Doza Şule Çet. Gelo Şule Çet kî ye?
Şule di 30’ê Gulana 1996’an de li Gazîosmanpaşa a Stenbolê hat dinê. Dibistana seretayî li Dibistana Cuhumriyetê ya Stenbolê xwend, li Lîseya Pîşeyî ya Keçan a Aksarayê tasarim xwend. Di 13 saliya wê de piştî dayika wê jiyana xwe ji dest da, betalanan de li Gîresunê ligel bav û meta xwe di erdê findiqan de xebitî. 
 
Bavê wê Îsmaîl Çet diyar kir ku piştî dayika Suleyê jiyana xwe ji dest dide, Şule pir zorê dikşîne û got: “ Şuleyê dixwest bibe mamoste. Ji xwendin û parvekirinê pir hez dikir. Şuleyê digot ‘ez ê li Enqereyê bijîm, ez ê bibim mamoste.’ Min jî li hember biryara wê rêzdarî nîşan da. Ez bi keça xwe re wek heval bûm. Her êvar li min digeriya.
 
‘Keça min kuştin’
 
Di 28’ê Gulana 2018’an de Çagatay Aksu yê berê Şule ji kar avêtibû gazî kargeriyê dike. Ligel Çatay jî Berk Akand hebû. Wê şevê Şuleyê îstîsmar dikin û piştre ji katê 20’an de davêjin. Gotin întîxare, mirina bi gumane. Tu pirsgirêka keça min tunebû. Keça min dikaribû li ser piyên xwe bisekine. Keça min întîxar nekir. Di bin neynûkên Şuleyê de mînakê derbarê Çagatay Aksu de derketin. Gumanbar Çagatay Aksu û Berk Ankand hatin girtin. Li salona tuniştinê tiştên bi jinan hatiye jiyîn şahidiya wê kir. Ez rastî heqeretên mezin hatim lê dîsa jî pêşa kujeran bernadim. Keça min psîkolojiya wê ne xerab bû. Min her carê ji daraza mêr re ev vegot.”
 
Parêzerê dosyayê Umur Yildirim der barê dosyayê de wiha got: “Gumanbaran di her du runiştinan de jî çîrokek vegotin. Me danî holê ku delîlên destên me û yên çîrokê ne li gor hev e. Di runiştina yekem de dest danîn ser telefonên gumanbaran. Ev telefon çûn lêkolînê. Vîdeoyên telefonê ketine dosyayê lê ev vîdeo tiştek pê hatin. hatin windakirin. Ev CD ji dosyayê hatin windakirin. Cihên ku Şule lêbû, me ferq kir. Me di runiştina duyem de ev danî holê. Vekirina penceran, rakirina perdeyan, guhertina cihên koltixan me hemû wek delîl pêşniyar kir. Pêlavên Şûleyê avêtin pêş û paqijî kirin. Ger Şule biketa, wê pêlava wê ne di bin lingê wê de bûna.
 
Di runiştina dawî de gumanbaran parastin nekir. Bi ser me de hatin. Gumanbaran digot ‘tu xwedî li keça xwe derketibay’. Ev tê wateya ‘tu xwedî lê dernekevî em ê tecawiz bikin û bikujin e’. Wê zîhniyetê di esasê de nîşan da ku çawa tecawiz kirine.”
 
Umur di berdewamiyê de daxuyakirin ku biryara ji bo dosya Şuleyê bê dayîn wê ji bo jinan destkeftiyek mezin be û dikare pêşî li gelek bûyerên Şuleyan bigire. Umur her wiha destnîşan kir ku parêzerên gumanbaran li ser bekareta uleyê parastin kirine û rapor amade kirine, pêşkêşî dadgehê kirine û gotinw ê der barê vê de gilî bikin.
 
‘Teşeyê jiyana kesekê tê nîqaşkirin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî daxuyakirin ku tevlîbûna sedan jinî ya runiştina Şuleyê bi hêviye û got: “Min ev îfade bi ruyê wan jinan re dît ‘Em hemû dikaribûn bikevin şûna Şuleyê.’ Doza Şuleyê dozeke ku bi dijminahiya li hember jinê nîşan dida bû. Wekê ku Şûle nehatiye kuştin, wek gumanbar hat dîtin. Vê jî canê me şewitand. Ya bi hêvî eve ku jin edeletê dixwazin. Em ê vê bi têkoşînê bidest bixin. Ger îro zexta rayagiştî tunebûna wê serê dosya Şuleyê bihata girtin.”
 
Ji Tora Prastina Jinan Buse Uçer jî bi lêv kir ku di dosya Şuleyê de ne gumanbar jin hatine darizandin û got: “Bekareta Şuleyê, çi karî dike, tê lêpirsînkirin. Kes wan her du mêra lêpirsîn nake. Vê pêvajoya dozê, hemû jin xist travmatîzeyê. Bi salane jin rastî şîdet, tacîz û tecawizê tên, lê em dibînin ku dîsa jin tên darizandin. Em ê tu tu car dest ji edeleta rast bernedin.”