Girtî di bin siya 2 gardiyan, 2 leşker û polîsekî de tê tedawîkirin
- 17:50 28 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê bi sewqkirina 5 girtiyan re hejmara girtiyên tên tedawîkirin derket 27'an. Girtî li odeyên ku 2 gardiyan, 2 leşker û polisekî lê dimînin tên tedawîkirin
Ji 221 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa D a Amedê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawi kirin 22 girtî, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê tên tedawîkirin. Tedawiya girtiyên din ku ranekirina nexweşxaneyan jî li revîra girtîgehê tê berdewamkirin.
Girtî bi rîngê anîn nexweşxaneyê
Di saetên sere sibehê de girtiyên bi navê Mehmet Polat, Recep Ozkiliç, Servet Kaya, Şaban Çelîk û Ahmet Tabû bi wesayîta rîngê di bin ewlehiya bilin de anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Her 5 girtî jî birin qata 10'emîn ku tenê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatiye amadekirin. Bi van her 5 girtiyan re hejmara girtiyên li nexweşxaneyê derket 27'an. Li gorî tehlîlên xwînê tê payîn ku hin girtiyên din jî sewqî nexweşxaneyê bên kirin.
Ji bo her odeyekê 5 peywirdar
Girtiyên ku bi awayê ku destê wan bi nivîna wan ve hatiye kelepçekirin, tên tedawîkirin, bertek nîşanî leşker û gardiyanan didin. Destûr nayê dayîn ku kes derbasî qata 10'emîn a nexweşxaneyê ku gelek leşker, polis û gardiyan lê hene bibe. Li serwîsê odeyên ku girtiyek an jî 2 girtî lê dimînin 2 leşker, 2 gardiyan û polisek li hatine bicihkirin. Xebatkarên tenduristiyê jî piştrast kirin ku dema tedawiya girtiyan dikin leşker, gardiyan û polis odeyê terk nakin.
Bi rêya HDP'ê agahî tên girtin
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel û Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan li nexweşxaneyê derbarê rewşa girtiyan de agahî ji bijîjk û malbatên girtiyan girtin û bi wan re mijûl dibin.