Dayik vê carê jî li ber nexweşxaneyê di nobetê de ne
- 17:02 28 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Hat diyarkirin ku demrmankirin gitiyên di Girtîgeha Gebzeyê de li ser piyan tê kirin. Dayikên ku nobeta xwe ya li ber girtîgehê vê carê li ber nexweşxaneyê digirin wiha gotin: "Heta zarokên me bên taburcîkirin em ê li vir bin."
Dermankirina girtiyên çalakger ên li GIrîgeha Tîpa M a Gebzeyê ku dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn berdewam dike. Hat diyarkirin ku ji 32 çalakgerên lli girtîgehê çalakî pêk anîn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîhê dermankirina 13 kesî berdewam dike, 19 girtiyên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farabî jî dermankirina wan li ser piyan û gelek ji rêzê hatiye kirin.
Xizmên girtiyan ên Laçik Sipî ku ji 9'ê Nîsanê de heta çalakî bi dawî bû li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk anîn vê carê nobeta xwe li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Farabî dan destpêkirin. Polîsan wêneyê dayikên ku li kantîna nexweşxaneyê rûniştî bûn ji nêz ve kişandin. Dayika bertek nîşan dan û gotin "Hûn çima wêneyê me dikşînin." Polîsan jî got,"Ezê bikişînim werin qebûl nekin." Piştî niqaşê û li ser bertekên welatiyan polîsa ji cem dayikan dûr ketin.
'Girtî li ser piyan di kontoleke ji rêzê re hatin derabskirin'
Dayika girtiya bi navê Newroz Bozkurt ku ji 1'ê Adarê de di grevê de bû Sultan bozkurt wiha got: "Ew nîvê şevê saet li dora 3'yan rakirine nexweşxaneya Farabî. Piştî ku serê sibehê doktoran dest bi peywira xwe kir, ji bo kontorlê gaîzî wan kirin. Doktor û personelê nexweşxaneyê bi bertek nêzî zarokên me bûne. Di kontroleke ji rêzê re hatin derbaskirin û piştre qedandine."
'Dermanê ku ji revîrê xwestine hîna nedane wan'
Sultan diyar kir ku girtî bi rîngê sewkî nexweşxaneyê kirine û wiha berdewam kir: "Zarokên me çi kirine nehatine guhdarîkirin, ambulans nehatiye şandin. Dema ku ji ber nexweşxaneyê li rîngê hatine siwarkirin jî polîsekî tinazên xwe kiriye û gotiye 'ji wan re çayê û simît bînin birçî bûne'. Keça min di sala 2012'an de jî li gitîgeha Gebzeyê bû. Wê demê jî heman pêkanîn di dewrê de bûn. Hemû girtî heman tiştî dibêjin. Ji ber van pêkanînan naxwazin biçin nexweşxaneyê."
Dayikên ku li ber nexweşxaneyê di girtîgehê de ne gelek welatî û nûnerên saziyan jî li gel wan dimînin. Dayikan got ku zarokên wan roja înê tên taburcîkirin û heta wê rojê wê li ber nexweşxaneyê bimînin.