Nuran Îmîr ji bo girtiyan bi îdareya Girtîgeha Şirnexê re hevdîtinê pêk anî
- 16:10 28 Gulan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Heyeta ku ji Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û ji parêzeran pêk hat ji bo derbarê girtiyên di greva birçîbûnê de ne agahî bigirin bi îdareya Girtîgeha Şirnexê re hevdîtin pêk anî. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr a ku darbarê girtiyan de agahî dan wiha got “ Rewşa gitiyan di warê tendirustiyê de baş e lê wan kelepçekirî muayene dikin û ev pêkanîn dij hiqûqî ye. Ji bo ku em lêpirsîn bê destpêkirin em bi rêveberiya girtîgehê re axivîn."
Li Gîrtîgeha Tîpa T a Şirnexê di dîrokên cuda de 22 girtiyên ku beriya du rojan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kiribûn ji bo tedawiyê rakiribûn Nexweşxaneya Şirnexê û piştre careke din şandin girtîgehê. Heyeta ku ji Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û ji parêzeran pêk hat ji bo di derbarê girtiyên ku greva birçîbûnê de ne agahî bigirin bi îdareya Girtîgeha Şirnexê re hevdîtin pêk anîn. Heyeta ku hevdîtin pêk anîn, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da. Li ser navê heyetê Nûran Îmîr daxuyanî da.
‘Maseya krîzê sê rojin heye û pêvajoyê dişopîne’
Nuran, anî ziman ku çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî erenî bi dawî bûn, li Şirnexê ji bo çavdêriyê li gelek saziyan maseya krîzê hatine avakirin û wiha berdewam kir: “Maseya krîzê sê rojin heye û em pêvajoyê dişopînin. Grevên birçîbûnê ku li gelek girtîgehan belava bibûn, li Girtîgeha Şirnexê jî 22 girtî di çalakiyê de bûn. Rewşa 6 hevalên me giran bû. Lê bele çawa ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû 22 hevalên me jî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, mûdaxale hat kirin û çi pêwîst bû ew hat kirin. Rewşa tu girtiyan di xeterê de nînine. Lê belê ji girtiyan 2 jin û 2 jî mêr ji ber êşa çav û mîde rakirin nexweşxaneyê.”
'Em dixwazin ku lêpirsîn bê destpêkirin'
Nuran, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku girtî dema anîne nexweşxaneyê bi awayekî kelepçekirî hatine muayenekirin û wiha domand: “Hevalên me bi awayê kelepçekirî hatin muayenekirin. Me ji bo ku serdozger derbarê mijarê de lêpirsînê dest pê bike serî li îdareya girtîgehê da û pê re hevdîtin kir. Bi taybetî jî divê di çarçoveya bernameya TBB’ê ku amade kiriye de tedawî bê kirin. Em van nêzîkatiyan qebûl nakin û me xwest ku pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin.”
‘Em ê bibin şopdarên vê pêvajoyê’
Nuran, di dawiya axaftina xwe de got ku bi giştî rewşa hemû girityan gelek başe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha di çarçoveya bernameya TBB’ê de tev digerin. Li gor agahiyên ku me girtin jî du hevalên jin carekedin anîne girtîgehê. Em ê bibin şopdarên vê pêvajoyê. Em ê piştî hefteyeke din dîsa bên û hevdîtinê pêk bînin. Her wiha em ê derbarê mijarê de jî raporê amade bikin.”