Li Sêwrekê 13 girtiyên dermankirina wan neqediya birin girtîgehê

  • 15:44 28 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Hat diyarkirin ku 13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Sêwrekê dimînin, berî ku dermankirina wan a li nexweşxaneyê temam bibe, birine girtîgehê. 
 
Sewka girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Siwrekê û Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimînin ji bo nexweşxaneyan didome. 
 
Hat diyarkirin ku 13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê dimînin, berî ku dermankirina wan a li nexweşxaneyê temam bibe, birine girtîgehê. Dîsa hat ragihandin ku dermankirina 13 girtiyên li heman girtîgehê dimînin nehatiye destpêkirin. Odeya Tabîban a Rihayê diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwrekê girtiyek ji sedyeyê ketiye û birîndar bûye û têkildarî mijarê dê bi Serbijîjkiya Nexweşxaneyê re hevdîtinê bikin. 
 
Heta niha ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 40 girtî sewkî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Eyûbiyeyê ya Rihayê hatine kirin û piştî dermankirina wan hatiye kirin careke din birine girtîgehê. Li ser daxwaza girtiyan dê 160 girtî jî di rojên pêş de sewkî nexweşxaneyan bên kirin. Girtiyên ku sewka wan nexweşxaneyê hatiye kirin navê wan wiha ye: "Omer Ceylan, Mahmut Tûtal, Îsmaîl Kaya, Suleyman Devîren, Hafzullah Kaçmaz, Muhammed Alî, Cesîm Karataş, Seracettîn Yuksekbag, Abdulhakîm Eşiyok, Mehmet Resul Oztop, Ferhat Çîftçî, Mûhammed El Ahmed, Cafer Sabar, Burhan Eglentî, Mahmut Sevîk, Îsmaîl Taşar, Zubeyîr Paksoy, Cahît Ok, Hakan Ergun, Derya Ren, Leyla Akça ve Asuman Yaman." 
 
hat ragihandin ku rewşa girtiyên sewkî nexweşxaneyê hatine kirin baş e.