Turnuvaya Futobolê ya Kizilirmakê ku li dijî tundiya li ser jinê hat kirin bi dawîbû

  • 14:36 28 Gulan 2019
  •  
NAVENDA NÛÇEYAN -Turnuvaya Futobolê ya Kizilirmakê ku ji bo balê bikişînin ser tundiya li hember jinê hat kirin bi dawî bû.
 
Turnuvaya Futobolê ya Kizilirmakê ku ji bo balê bikişîn ser tundiya li hemeberî jinê û di 14'ê Nîsanê de bi maça tîmên jinan hat destpêkirin, bi maça fînalê û merasîma kupayê bi dawî bû. Li gorî nûçeya di Evrenselê de hat weşandin, Turnûva ji aliyê  Federasyona Kizilirmak a Komeleyên Herêmî ku 46 komeleyên gundan di nava xwe de dihewîne ve hatiye kirin û turnuva bi maça fînalê û merasîma kupayê bi dawî bûye. 
 
Di turnuvaya ku bi maça fînalê bi dawî bû de, tîma Komeleya Sarç yekemîn hat û kupaya herî girîng jî ji tîma Komeleya Îlyashaci ve hat dayîn. Herwiha ji Lîstikvanên  Tîmên jinan re jî ji bo tevlibûna wan plaket hatin dayîn.