Nesrîn, Şukran, Zozan ên ku di rojiya mirinê de bûn sewqî nexweşxaneyê kirin
- 13:24 28 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Çalakgerên rojiya mirinê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek ku li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê çalakiya xwe bi dawî kirin, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Çalakgerên rojiya mirinê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek ku li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê çalakiya xwe bi dawî kirin, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Bi rojan bû çalakgeran li gel ku çalakiya xwe bi dawî kiribûn jî sewqî nexweşxaneyê nedihatin kirin. Piştî hevdîtinên ku hatin kirin, her sê çalakgerên rojiya mirinê û çalakgerê greva birçîbûnê Şehadet Tekîn sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Têkildarî sewqî nexweşxaneyê ya çalakgerên din, agahî nehatin bidestxistin.