Jinên li Şengalê: Em bi berxwedana Nasîr û Leylayan ser bilind in

  • 11:21 28 Gulan 2019
  • Rojane
Almas Naiyf / Viyan Said
 
ŞENGAL - Jinên Êzîdî berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz pîroz kirin û diyar kirin ku 6 meh in çalakgerên ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne û her wiha dayikên lacik spî ku li ber xwe dan gihaştin armanca xwe. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina 22'ê gulanê ya li Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parêzeran diyar kir ku muwekilê wan Abdullah Ocalan hevî dike ku çalakgerên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe bînin. Piştî parêzerên Abdullah Ocalan peyama Abdullah Ocalan parve kirin, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û piştre jî li ser navê girtiyan Denîz Kaya pêyam da.
 
Piştî peyaman bi hezaran çalakgerên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de bûn dawî li çalakiya xwe anîn. Der barê mijarê de jinên li Şengalê dijîn bal kişandin ser peyama Abdullah Ocalan, têkoşîna dayikên lacik spî û berxwedana li gitîgehan. 
 
'Berxwedaneke gelekî mezin bû'
 
Berfê Alyas di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê û rojiya minirê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di serî de berxwedana hevalên têkoşêr pîroz dikim.  Ev 6 meh in hevala me Leyla Guven û rêhevalên din li ber xwe dan. Serokatî ev 20 sal in li girtîgehê de li ber xwe dide. Bi rastî ji ev berxwedaneke gelekî mezin bû. Bi berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û rêhevalên din tecrîda li hemberî Serokatiya me hat şikandin. Kesên ku li girtîgehan li ber xwe didin, ji bo hemû civakê û her wiha ji bo civaka Êzîdiyan jî li ber xwe dan. Em dayikên êzîdî tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin û heta ku Serokê xwe azad bikin."
 
'Dayikên lacik spî 29 sal in têdikoşîn'
 
Berfê, qala têkoşîna dayikên girtiyan yên bi laçik spî kir û wiha got: "Berxwedan û têkoşîna dayikan jî ji bo greva birçîbûnê û rojiya mirinê girîng bû. 6 meh in dayik li ber girtîgehan, li kolanan li ber xwe dan. Cihê dayikên laçik spî cihekî pîroz e. Dayikên lacik spî ne tenê îro 20 sal in têdikoşîn. Em gelekî kêyfxweşîn ku parêzer bi Serokê me re hevdîtin pêk anîn."
 
'Em bi vê berxwedanê serbilindin'
 
Nurê Xwedida, diyar kir ku berxwedana Leyla Gûven û Nasir Yagiz pîroz dikin û wiha axivî: “Berxwedana Leyla û Nasir serkeftineke mezin e. Ji bo civaka me jî kêyfxweşiyeke mezin e. Em li benda agahiya Rêberê xwe bûn. Bi saya berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û her wiha Leyla û Nasir tecrîd hat şikandin. Em bi vê berxwedanê serbilindin. Em berxwedana hevalên xwe yên li girtîgehê silav dikin û pîroz dikin."