Li Girtîgeha Şirnexê du girtiyên jin ji nû ve rakirin nexweşxaneyê

  • 11:19 28 Gulan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Girtîgehê Tîpa T’ya Şirnexê girtiyên di grevê de piştî ku çalakiya xwe bi dawî kiribûn rakiribûn nexweşxaneyê û piştî ku tedawiya wan hatibû kirin dîsa şandibûn girtîgehê. Ji girtiyên ku piştî hatin dermankirin careke din şandin girtîgehê Zeynep Mete û Rojda Topçu ji ber êşa çav û mîdeyê careke din rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li Gîrtîgeha Tîpa T a Şirnexê di dîrokên cuda de 22 girtiyên ku beriya du rojan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kiribûn ji bo tedawiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û piştre carekedin şandin girtîgehê. Ji girtiyên ku hatibûn tabûrcîkirin  Zeynep Mete û Rojda Topçu ji ber êşa çav û mîdeyê careke din sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
 
Zeynep û Rojda ji 13’ê Adarê û vir de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.
 
Ji aliyekî dinê ve jî girtiyê bi navê Agît Bîlîke ku hatibû tabûrcîkirin jî ji ber êşa mîde û çav duh careke din ew sewqî nexweşxanyê kirin. Agît di 16’ê Çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû.