Li Meletî 15 girtî sewkê nexweşxaneyê kirin
- 10:19 28 Gulan 2019
- Rojane
MELETÎ - 15 girtiyên li Girtîgeha Meletiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Meletiyê ye. Piştî tehlîl hatin girtin, 15 girtî carek din birin girtîgehê.
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya bi dawîbûna rojiya mirinê û greva birçîbûnê, 15 girtiyên li Girtîgeha Meletiyeyê çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştre girtiyan sewkê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Meletiyeyê hatin kirin. Piştî tehlîlan girtiyan carekdin şandin girtîgehê. Hat diyar kirin ku li gorî tehlîlan dê girtiyan tedawî bikin.