Parêzer Asli Pasînlî: Jin nikarin xwe bigîhînin edaletê
- 09:08 28 Gulan 2019
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Parêzer Asli Pasînlî bal kişand ser kuştinên jinan yên demên dawî de zêde bûne û wiha got: "Nêzîkatiya darazê di cînayetên jinan de li hember gumanbar cudaye û mînaka vê jî di bûyera Muzeyyenê de tê dîtin. Dema îfade hat girtin de 'Mesut beg hûn bi xêr hatin, derbasî be’ berhema vê zîhniyetê ye. Gumanbar jî bi van gotinan tê pêşwazîkirin. Ev rewşeke bi xof e."
Seroka Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiyê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî daxuyakirin ku divê Tirkiye, Qanûna Hejmar 6284 û Peymana Stenbolê li alî darazê bikar bîne, lê ji ber di pratîkê de nayê pêkanîn kuştinên jinan dubare dikin.
‘Li dijî destkeftinên jinan êrîşên cidî hene’
Asliyê destnîşan kir ku di demên dawî de li Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên jinan êrîşên cidî hene û di dema dawî de bi taybetî welat her diçe pergala serdestiya mêr kûr dibe. Asliyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çapemeniyê de li dijî Qanûna 6482 êrîş hene. Ev nêzîkatiya li dijî destkeftiyên jinan tûndtir dike. Hesta hêrs û şîdetê bi kesan re xurt dibe, çavsoriya li dijî wekheviya zayendî mezintir dibe.”
'Çek girtina şexsî zêde dibin'
Asliyê bi lêv kir ku fikarên wan yên çek girtina şexsî zêde dibin û wiha axivî: “Gotinên demî hem çapemeniyê hem darazê bi dînamîkên cuda xwedî dike. Encamek wisa ne tenê di aliyê hevala me Muzeyyenê de, di alî hemû jinan de dikare pêk bê. Qanûna hejmar 6284, di mijara têkoşîna li dijî şîdetê hatiye amade kirin û qanûnek baş e. Lê mixabin ji ber ku di pratîkê de pêk nayên, kuştinên jinan her tim pêk tên. Divê Tirkiye peymana Stenbolê ji nûve bibîr bîne. Divê dînamîkên hewcedar bi vî awayî bikevin tevgerê.”
‘Bandora zimanê çapemeniyê jî heye’
Asliyê destnîşan ku nêzîkatiya darazê di cînayetên jinan de li hember gumanbar cudaye û mînaka vê jî di bûyera Muzeyyenê de tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îfadeya ‘Mesut beg hûn bi xêr hatin, derbasî be’ berhema vê zîhniyetê ye. Li holê kuştinek heye, gumanbar jî bi van gotinan tê pêşwazîkirin. Ev rewşeke bi rastî jî bi xof e. Mirov naxwazin pê bawer bikin. Aliyê vê yê sosyolojîk heye. Gelo kîjan peyam diçin ji civakê re? Her wiha zimanê çapemeniyê jî gelek bi bandore. Li Tirkiyeyê jin di mijara xwegîhandina edaletê de prisgirêkan dijîn, ji ber vê jî kuştinên jinan zêde bûne.”