Dayikên girtiyan: Têkoşîna me dê bidome
- 09:05 28 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawîkirin. Dayikên ku bi roja ne li kolanan li ber xwe dan û wiha gotin: “Me bi 5 kesî dest pê kir em niha bi sedan kes in. Têkoşîna me dê bidome. Serkeftina girtiyan pîroz be."
Piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ‘Ez li bendê me ku hûn çalakiya xwe bidawî bikin’ şûnde bi daxuyaniya li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê hat dayîn şûnde greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bidawîkirin. Piştre her kesî berê xwe da dayikên ku ji bo zarokên xwe bi hefteyane li ber xwe didin. Dayikan piştî peyamê demên hestiyar jiyan û kêfxweşiya xwe bi hembêkirina hev parvekirin. Dayikan diyar kirin ku bila zarokên wan nemirin û dayikan vê carê ji kêfxweşiyê rondik barandin.
‘Leyla Guven rumeta me ye’
Dayika girtî Hatun Kaya destnîşan kir ku ev serkeftin hîna bi giştî neserkeftiye û wiha got: “Dilê me hîna şikestiye. Em rewşa zarokên xwe mereq dikin. Hem jî rewşa Birêz Ocalan mereq dikin. Em hêvîdarin wê berdewama van hevdîtinan bê. Berxwedana zarokên me bi ser ket. Ez hemûyan pîroz dikim. Leyla Guven rûmeta me ye. Bû pêşenga vê serkeftinê.”
‘Em ji xebatkarên çapemeniya azad spas dikin’
Hatun Yildiz destnîşan kir ku ew ji bo piştgiriya ku heta îro ji bo dayikan hatiye dayîn spas dikin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo hemû xebatkarên çapemeniya azad jî spas dikin. Bi me re bi şev û roj xebitîn. Li dijî zextên polîsan li ber xwe dan. Em giriyan ew li gel me bûn. Ev ne tenê serkeftina dayik û girtiyane, ev serkeftina çapemeniya azad e. Ez hemûyan maçî dikim. Em hêvîdarin ji vê nokteyê şûnde tiştek bi zarokên me neyê. Ez berxwedana wan silav dikim.”
‘Çalakiya me bi 5 kesan destpêkir...'
Dayika girtî Muhsîne Duru bal kişand ser destpêka çalakiya rûniştinê û wiha got: “Bi rojan em hatin derpkirin û heqeret li me kirin. Lê me şûnde gav navêt. Me got ‘em ê heta dawî ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin’. Me tevî hemû zextan berxwe da. Me bi 5 dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Em niha bi sedan kes in. Ez hemû girtiyan silav dikim.”
‘Bila serkeftina wan pîroz be’
Jiyan Kara jî ji bo hemû kesên deng dane vê çalakiyê spas kir û got di vê pêvajoyê de 8 ciwan çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew ji dilê Gelê Kurd, ji hişê Gelê Kurd wê neçin. Berxwedana wan bi ser ket. Wan canê xwe feda nekiriba wê ev pêvajoya hîn bêtir dirêj bibûya. Bila xwedê sebrê bide malbatên wan. Serkeftina girtiyan pîroz be. Em ê têkoşînê ji bo zarokên xwe bidomînin.”