Dayikên li Helebê: Vîna jina kurd vîneke qet nayê şikandin bû

  • 09:03 28 Gulan 2019
  • Rojane
HELEB - Dayikên li Helebê bal kişandin ser bidawîbûna greva birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kirin ku dê tekoşîn bidomin û wiha gotin: "Vîna jina kurd vîneke qet nayê şikandin bû. Leylayê ev tişt nîşan da."
 
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Dayikên ku di encama têkoşînê de zorakên wan jiyana xwe ji dest dan yên li taxa Şex Meqsud ya bajarê Helebê hêstên xwe parvekirin. Dayikan di nêrînên xwe de bal kişandin ser serkeftina greva birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kirin ku dê têkoşîn bidomin. 
 
Nayle Reşo bal kişand ser çalakiya Leyla Guvenê û wiha hêstên xwe parve kir: "Em heya dawî bi Leylayê re bûn. Leylayê berxwedaneke bihempa da meşandin. Leylayê rastiya jina kurd da îspatkirin ku vîna jina kurd vîneke qet nayê şikandin bû.  Em wek dayikên şehîdan em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin û çi were xwestin em amade ne."
 
'Baweriya me AKP'ê nayê'
 
Feyze Xelîl bal kişand ser piştgiriya dayikên girtiyan û wiha pê de çû: "Dil û mêjiyên me bi Leyla û rêhevalên wê bû. Çi çalakî hebû em wek dayik herdem amadebûn û pê armanca wan dimeşiyan. Piştî pêyama Rêber Apo dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi serkeftineke bi dawî bû. Lê nayê wê wateyê ku çalakiyên me bi dawî bûne. Em ê herdem li qadan bin, heta Rêber Apo bê rizgar kirin. Her wiha niha jî baweriya me li AKP'ê nayê. Heya ku em Rêberê xwe di nava xwe de nebînin, em ê herdem li qadan têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Bijî berxwedana zindanan' 
 
Sediqe Mihemed hêstên xwe anî ziman û wiha vegot: "Me soz daye Rêber Apo û Şehîdên xwe. Em ê herdem xeta şehîdên xwe bişopînin, heya ku em dighêjin armanca xwe û qet çalakiyên me nasekine em ê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Zîndanan'  têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'Hêviya me azadiya Rêberê me ye'
 
Emîne Mihemed bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hêviya me ew e ku em Serokê xwe di nava xwe de bibînin. Li ser welatekî azad em bi Serokê xwe re jiyan bikin. Hêviya me azadiya Rêberê me ye. Armanca me jî ew e ku tu cihê welatê me desthilatdar û dagirkeran di nava xwe de nebînin."