ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 28 Gulan 2019
  • Rojev
*Louîse Mîchel yek ji jinên ku jiyan da Komuna Parîsê ya yek ji ceribandinên ewil yên rêveberiya xweser ya cîhanê. Louîse Mîchel wisa li dijî otorîteya dadgehe leşkerî serî hilda: “Madem ji bo her dilekî ji bo huriyetê lê dide, gule dibe par, ez jî mafê xwe dixwazim. Ger hûn desturê bidin ku ez bijîm, ez ê jî bê navber biqîrim.”
 
*Dayikên li Helebê bal kişandin ser bidawîbûna greva birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kirin ku dê tekoşîn bidomin û wiha gotin: "Vîna jina kurd vîneke qet nayê şikandin bû. Leylayê ev tişt nîşan da."DÎMEN HEYE
 
*Piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawîkirin. Dayikên ku bi roja ne li kolanan li ber xwe dan û wiha gotin: “Me bi 5 kesî dest pê kir em niha bi sedan kes in. Têkoşîna me dê bidome. Serkeftina girtiyan pîroz be." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Asli Pasînlî bal kişand ser kuştinên jinan yên demên dawî de zêde bûne û wiha got: "Nêzîkatiya darazê di cînayetên jinan de li hember gumanbar cudaye û mînaka vê jî di bûyera Muzeyyenê de tê dîtin. Dema îfade hat girtin de 'Mesut beg hûn bi xêr hatin, derbasî be’ berhema vê zîhniyetê ye. Gumanbar jî bi van gotinan tê pêşwazîkirin. Ev rewşeke bi xof e." DÎMEN HEYE
 
*Yekemîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê ji bo Nevîn Yildirim ya ku li dijî mêrê ew îstîsmar kir parastina cewherî pêk anî û kuşt, cezayê muebetê birî. Aktîvîsta serbixwe Songul Ozunver der barê mijarê de axivî û wiha got: “ Darazê di biryara Nevînê de peyama ‘ji qedera xwe re razî be, li dijî şîdetê ranebe’ daye.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê Guler Tunç bûyerên êrîşa zayendî yên li dijî zarokan ku roj bi roj zêde dibin nirxand û anî ziman ku bi taybetî jî li herêma Botanê ev bûyer zêde bûne û wiha got: “Bi polîtîqayên bêcezahiştinê gûmanbar nayên cezakirin tên parastin.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Saziya Olî Gulnaz Mihemed Osman êrîşên Dewleta Tirk li Efrînê nirxandin. Gulnazê teqez kir ku dê gunehên zarokan, jin û ciwanên Efrînê vala neçe û dewleta tirk dê bedela wê bide."