Kîbriye Evren, Evîn û Kumrî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

  • 16:34 27 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên 3 jinên ku ji 16'ê Kanûnê de di grevê de bûn û duh çalakiya xwe bi dawî kirin, piştî ku serî li Serdozgeriya Komarê dan û serlêdanên wan hatin qebûlkirin bi zarokên xwe re hevdîtin kirin. 
 
Rojnameger Kîbriye Evren, Evîn Kaya ku li Gîrtîgeha Tîpa E ya Amedê Girtîbûn ku ji 16'ê Kanûna 2018'an ve li dijî decrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin û Kumrî Tokay a ku ji 1'ê Adarê de bi heman armancê dest bi grevê kir. Duh piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Kîbriye Kurî û Evîn duh ji Girtîeha Jinan a Amedê rakirin Nexweşxaneya Gazî Yaşar Gîl ya Amedê.Kîbriye, Evîn û Kumrî yên ku malbatên wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan ji bo hevdîtinê daxwaza wan hat qebûlkirin û bi zarokên xwe re hevdîtin kirin.