Ji dayikan bang: Dînamîkên navneteweyî divê ji bo aştiyek bi rûmet têkoşînê bidin
- 15:21 27 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Dayikên ku derbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirin ku hatin bi dawîkirin û binpêkirinên mafan de nirxandin kirin gotin; "Em bang li hemû dînamîkên navneteweyî dikin ku ji bo aştiyek bi rûmet bikevin tevgerê."
Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdê hatin destpêkirin û piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi rêya parêzerên wî hatin bidawî kirin. Dayikên Laçik Spî ku heta berxwedana zarokên wan berdewam kir ew jî ji qadan derneketin û têkoşîn dan, Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan. Her çend ku polîsan xwest daxuyaniyê asteng bikin jî jinan astengî nas nekir û daxuyaniya xwe dan. Di daxuyaniya hat dayîn de Parlamentera Amedê Salîha Aydenîz jî cih girt. Li ser navê dayikan dayika girtî Fahriye Bikim axivî.
'Zarokên me bûn xwediyê berxwedanê'
Fahriye bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan di pêşengiya Leyla Guven de di 8'ê Mijdara 2018'an de çalakiyeke greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û 9 kesî jî ji bo vê tecrîdê şermezar bikin dawî li jiyana xwe anîbûn. Fahriye wiha berdewam kir: "Destûr nehat dayîn ku em biçin serdana gora wan jî. Bi hovîtiyeke ku di tu wijdanan û baweriyan de cih nagire nehiştin ku em tevli definkirina zarokên xwe bibin. Lê li gel van hemû zextan serkeftin ya zarokên me ye û berxwedan ya zarokên me ye."
'Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna ji bo demokrasiyê ye'
Fahriye diyar kir ku bi Îmraliyê re li ser tevahiya civakê tecrîd hatiye pêkanîn û wiha got: "Tecrîd sucê mirovahiyê ye. Têkoşîna li dijî tecîrdê têkoşîna ji bo demirasiyê ye."
'Em têkoşîna xwe ya li dijî tcrîdê berdewam bikin'
Fahriye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî dayikên ku ji bo jiyana zarokên xwe têkoşiyan, bi her cureyê tundî û heqeretê re rûbirû man. Em wekî Dayikên Laçik Spî û TJA'yê dibêjin ku em ê ne mirovan nefretê defin bikin. Em ê lidijî her cureyê tecrîdê têbikoşin. Em bang li hemû dînamîkên navneteweyî dikin ku ji bo aştiyek bi rûmet bikevin tevgerê"
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.