Nîgara ku bi cilên kurdewarî li kolanê stran got hat girtin

  • 14:25 27 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Nîgar Miazem bi cilên kurdewarî li kolanê stran got ji hêla pasterên Îranê ve hat girtin.
 
Nîgar Miazem dema ku li bajarê Esfehanêyê Îranê stran digot hat girtin. Li gorî ajansa Îranî ya Farisî, Nîgar hêj strana xwe bi dawî nekir hat binçavkirin. Lê beriya ku Nîgar stranê bêje zanîbû ku wê bê girtin û strana xwe bi dawî nekir.
 
Nîgar dema ku stran digot dîmenên wê bi lez li ser înternêtê hat belavkirin. Hat diyar kirin ku Nîgarê ku hat binçavkirin û birin cihê lêpirsînê. Alîkarê Giştî yê Herêma Esfehan Elî Esfehanî bal kişand ser binçavkirinê û wiha got: "Mafê jinê nîne ku li kolanan bistrê ji ber vê yekê me Nîgar girt, ji bo ev tişt çareke din neyê dûbare kirin."
 
Li gorî saziya nûçeya Hiqûqî ya Îranê, zagonên Îranê qebûl nake ku jin li taxan û li ser rêyan bistrên. Heger bistrê wê bên cezakirin. Her dem polîs jinan dişopîne ku ji bo jin hunera pêk neynîn û di heman demê de jî mêrê ku alîkariya jinê dikin jî tên girtin.