Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn li Qada Galatasarayê
- 14:02 27 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi minasebeta 24'emîn di salvegera çalakiya xwe de li ber Qada Galatasarayê kom bûn û qurnefîl danîn qadê. Dayikan diyar kirin ku dê tu carî dev jî lêgerîna aqûbeta windayên xwe û Qada Galatasarayê bernadin.
Dayikên Şemiyê bi minasebeta 24'emîn di salvegera çalakiya xwe de li Qada Galatasareyê kom bûn. Cara yekem di 27'ê gulanê sala 1995'an de li Qada Galatasarayê "Winda bên dîtin û kûjer bên darizandin" çalakî li dar xistibûn. Dayikên Şemiyê, parlamenter Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî tevlî çalakiya dayikan bûn.
Dayikên Şemiyê li gel ku Qada Galatasarayê bi bariyeran hatiye dorpêçkirin jî qurnefîlên xwe danîn qadê û wiha gotin: "Dê li vir peykereke ku windayan temsîl dike dê danîn. Em ê bi ser kevin, lê hûnê windakin. Li vî qadê me Dayika Berfo bi rêkir. Me soz daye Dayika Berfoyê. Me soz daye windayên xwe. Em dest jî Qada Galatasarayê bernadin."
Dayikên Şemiyê piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê, wêneyên windayên xwe girtin û bi meşê berê xwe dan Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê.
'Lêgerîna edaletê didome'
Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de bi armanca bala rayedarên dewletê û medyayê bikişînin û bêdengiyê rexne bikin li Qada Galatasarayê ya Taksimê dest bi çalakiyên Şemiyê kirin. Dayikên Şemiyê 23 salan li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta windayan pirsin û xwestin kujer bên darizandin. Di çalakiya 700’î de Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re hat qedexekirin. Her heftê dayik berê xwe didin qadê lê ji hêla polîsan ve tên astengkirin. Lê dayikan dîsa lêgerîna xwe ya edaletê domandin û her hefteyê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Kom dibin.