Sebahat û Selma piştî mudaxeleya tenduristiyê dîsa şandin girtîgehê
- 13:36 27 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê, piştî mudaxeleya tenduristiyê carek din birin li girtîgehê.
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawî kirin. Piştî bi dawî bûnê gelek girtî sewkê nexweşxaneyan hatin kirin. Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Selma Irmak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û 18 girtiyên din duh êvarê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê. Piştî mudaxeleya tenduristiyê ya yekem Selma û Sebahat şûnde birin girtîgehê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kocaeliyê û endamê Komîsyona Mafên Mirovan Omer Faruk Gergerlioglu derbarê agahiyên dawî de wiha got: "Ji Girtîgeha Kandirayê û Gebzeyê duh êvarê ve 13 serlêdanên girtiyan pêk hatin. Girtiyek ji ber rewşa nebaş rakirin beşa giran. Girtiyên li Girtîgeha Kandirayê rakirin Nexweşxaneya Seka ya Îzmîtê. 20 girtî niha li vê nexweşxaneyê tên tedawîkirin."