Li Gebzeyê 13 girtî rakirin nexweşxaneyê, girtiyek rewşa wî giran e
- 12:49 27 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Ji Girtîgeha Gebzeyê ya Tîpa M 13 girtiyên ku dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku girtiyekî rewşa wî girane di bin lênêrtinê de tê dermankirin.
Piştî ku girtiyan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî, girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê rakirin nexweşxaneyê Dewletê ya Fatîhê û sewka girtiyan a nexweşxaneyê berdewam dike. 13 girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê d rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku girtiyekî rewşa wî girane di bin lênêrtinê de tê dermankirin.
Girtiyên ku li Girtîgeha Gebzeyê hîna sewka wan nehatiye kirin jî li bendê ye ku di navê rojê bişînin nexweşxaneyê.
Herwiha piştî bidawîkirin çalakiyê ximên girtiyan jî bendeyayîna xwe ya li ber nexweşxaneyan berdewam dikin.