'Perwerde cihê fêrbûnê û pêşketinê ye'

  • 12:13 27 Gulan 2019
  • Rojane
Tulîn Muhemed
 
ŞEHBA - Perwerdeya birdozî ya ku Rêxistina Kongreya Star dabû dest pê kirin, bi şahiyê bi dawî bû. Jinên ku tevlî perwerdê bûn wiha gotin: "Perwerde riya rast û heqîqetê nîşan dide.''
 
Perwerdeya birdozî ya Rêxistina Kongreya Star a Akademiya Şehîd Têkoşîn dewreya bi navê şehîd Zehra, ji bo rêxistina jin û naskirina dîroka jin, di 25'ê nîsanê de dabû destpê kirin bi şahiyekê dawî bû. Perwerdeya birdozî bi tevlîbûna 26 jinan pêk hat. Ji hemû sazî û dezgehên jin, Rêxistina Kongreya Star û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Şervîn Rifet ya ku tevlî perwerdê bûye axivî û got: "Em perwerdeya ku hatiye ditîn li hemû jinan pîroz dikin û em bi hêvî ne hemû jin derbasî perwerdeyê bibin ji bo jin rastiya xwe nasbike."
 
Ji aliyê komîteya perwerdeyê diyarî li ser jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne hat belavkirin, jinên ku tevlî perwerdeyê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin û wiha gotin: "Ev perwerde ji bo naskirina dîroka jin û koletiya ku li ser wê hatiye meşandin hat vekirin, em ê her tim tekoşîna xwe bilind bikin heya em dighêşinarmanca xwe, perwerde cihê fêrbûnê û pêşketinê ye."
 
Endama Komîteya Perwerdê Ayşe Mehmud wiha axivî: "Akademiya bi navê Şehîd Têkoşîn dewreya bi navêşehîd Zehra hat vekirin, nêzî 26 jin derbasî perwerdeyê bûn, ji bo naskirina dîroka jin û koletiya ku li serwê hatiye meşandin were şirove kirin hat."
 
'Perwerde riya rast û heqîqetê nîşan dide''
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal dikşîne ser pêwistiyên birdozî û wiha pê de çû: "Hemû jin rojane li ser dîroka jin, hevjîna azad, netewa demokratîk û  Jineolojî perwerde didîtin. Her jinek pêwîstiya wê bi perwerdê heye, ji ber ku perwerde riya rast û heqîqetê nîşan dike, em li ser fikra Serok Apo ya ku bingeha wî projeya netewa demokratîk digire dest digirin û dimeşin. Em ê wê fikrê bi îradeya jina azad pêk bînin."
 
'Perwerde cihê fêrbûn û pêşketinê ye'
 
Ruşîn Rejîd jî ya ku tevlî perwerdeyê bûye nerînên xwe wiha vegot: "Em derbasî perwerdeya birdozî bûn ji bo naskirina dîroka jin û berxwedaniya wê di dest pêka dîrokê de. Her jinek divê tevlî perwerdê bibin ji bo nasîna heqîqeta jinê. Perwerde cihê fêrbûn û pêşketinê ye."
 
'Em jî weke jin li dijî desthilatdaran disekinin û serî natewînin'
 
Nûçegihana bi navê Ferîde Hemkî axivî û wiha got: "Nêzî mehekê em derbasî perwerdeya birdozî bûn. di riya perwerdeyê re me êşkenceya ku li ser jinan hatiye meşandin û kolekirina wê ji aliyê hêzên desthiladar ve naskir. Em jî weke jin li dijî vê êşkenceyan disekinin û serî xwe ji desthiladariyê re natewînin em ê bi birdoziya Rêber Apo xwe xurt bikin."