Tê xwestin ku 300 girtiyên li Wanê di odeya ku ji 5 kesan pêk tê bên tedawîkirin

  • 11:59 27 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - 300 girtiyên li Wanê piştî peyama Abdullah Ocalan dawî li greva birçîbûnê anîn, hat diyar kirin ku 300 girtî dê odeyên girtiyan ya ku ji 5 kesan pêk tê, dê bên tedawîkirin. 
 
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawîkirin. Girtiyên ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn niha sewkê nexweşxaneyan tên kirin. Li gorî agahiya malbata Şahîn Oncu û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), 300 girtiyên ku li Girtîgeha Wanê di grevê de bûn rakirin Nexweşxaneya Herêmê û Nexweşxaneya Navenda Tip a Dûrsûn Odabaşiyê. 
 
Li gorî agahiyên parêzeran ji bo muaneyên girtiyan odeyên ji 5 kesan pêk tê hatin amadekirin. Her wiha 8 girtî jî bi daxwaza xwe nehatin tedawîkirin û wî şandin girtîgehê. Her wiha li gorî agahiyên parêzeran girtiyan heta ku şert û mercên tedawiyê neyên sererastkirin dê tedawiyê qebûl nekin. 
 
Malbata girtiyê bi navê Şahîn Oncu li ber nexweşxaneyê rawestiyane û bang kirin ku divê rayedar berpirsiyariya xwe pêk bînin. Malbatan destnîşan kir ku ji tenduristiya zarokên xwe bi fikar in û divê demildest bên tedawîkirin.