Tevgera Jinên Azad: Gotina dawî berxwedêr dibêjin!
- 11:47 27 Gulan 2019
- Rojane
AMED - TJA'yê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku berxwedan dîsa bi serketinê bi encam bû wiha hat gotin: "Ji niha û şûnde jî, heta ku tecrîd bi giştî rabe û çareseriyeke mayînde ya demokratîk pêk were, em bang li her kesî dikin ku têkoşînê bilind bikin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), di derbarê bi dawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qala Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsûm Pamay, Umît Acar û Ugur Şakar hat kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya TJA'yê de wiha hat gotin: "Îro, careke din dîrok bi rastiya 'Gotina dawî berxwedêr dibêjin' re rûber bû. Careke din bi vê berxwedanê hate teqezkirin ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar û Ugur Şakar bedena xwe kirin mertal û bûn xwedî vê berxwedanê."
'Bi peyama Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn'
TJA'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxuyanî wiha dom kir: "Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, carekê bi birayê xwe re, 2 car jî bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Her wiha şandeyeke CPT'yê bi birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin pêk anî. Divê bê zanîn ku berxwedêran bi banga birêz Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Careke din teqez bû ku birêz Ocalan muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e."
'Berxwedana dayikan bandor li ser her kesî kir'
Di daxuyaniyê de qala hewldana dayikan hat kirin û wiha hat gotin: "Di vê pêvajoya berxwedanê de, em berxwedana dayikan a ku li tevahiya cîhanê bandor li her kesî kir, silav dikin. Tecrîda ku li hemberî jinê tê kirin jî tu carî qebûl nakin û em ê heta dawî li dijî wê tebikoşin."
'Têkoşînê bilind bikin'
TJA'yê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em careke din bibîr dixin ku tecrîda Îmraliyê, ne tenê tecrîda li ser kesekî ye; di kesayetiya birêz Ocalan de li ser hemû gelên Kurdistan û Tirkiyê pêk tê. Em ê dora peyama birêz Ocalan û banga Leyla Guven û hevrêyên girtî ya mezinkirina têkoşînê de bi biryardarî têbikoşin û dilsozê wê bin. Ji niha û şûnde jî, heta ku tecrîd bi giştî rabe û çareseriyeke mayînde ya demokratîk pêk were, em bang li her kesî dikin ku têkoşînê bilind bikin."