Li Rojhilatê Kurdistanê di nav 5 mehan de 62 jin jiyana xwe ji dest dane

  • 09:29 27 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyan li Rojhilatê Kurdistanê di nav 5 mehan de 62 jin hatine kuştin yan jî dawî li jiyana xwe anîne.
 
Li gorî ajansên navxweyî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava 5 mehên îsal de li Rojhilatê Kurdistanê 62 jin hatine kuştin yan jî dawî li jiyana xwe anîne. Piraniya bûyeran li bajarê Îlam û Kirmaşan pêk hatine.
 
Li gorî daneyan, ji van 10 jin ji aliyê hevjîn, bav û birayê xwe ve hatine kuştin. 4 jin xwe şewitandinê jiyana xwe ji dest dane. 48 jin jî bi darvekirinê, derman û şêwazên din dawî li jiyana xwe anîne. Xwekuştin û kuştina jinan ji zarokên 10 destpê dike û heta jinên 60 salî diçe. Temenê 18 kesan di nava 10 heta 20 salî de ye. 13 jin temenê wan di navbera 20 heta 30 salî de û 31 jin din temenê wan di navbera 30 heta 60 saliyê de ne.
 
Bûyera herî dawî li bajarê Pîranşarê bû. Di 24'ê gulanê de jinek temen 16 salî bi ben xeniqî û tê gotin wê bi darvekirinê dawî li jiyana xwe aniye. Herwiha hefteya borî du xwîşkên bi navê Şayste (23) û Esra (22) bi destê bav û birayên xwe bi kêrê hatin kuştin. Ev bûyer rastî gelek nerazîbûnan hat. Xelkê Merîwanê li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinan derket. Lê, rastî astengiyên hêzên ewlehiyê hatin û hejmarek çalakger hatin binçavkirin.
 
Berpirsa Komîteya Dîlpomasî ya Komelgeha Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine li ser mijarê ji Rojnews'ê re axivî û diyar kir ku şîdeta li hemberî jinan netenê li Rojhilatê Kurdistanê haye û wiha got: "Li seranserî Îranê bûyerên şîdetê belav bûne, lê li Rojhilat zêdetire. Divê li şûna ku jin dawî li jiyana xwe bînin, hewl bidin wê hişmendiya ku li ser wan tê ferz kirin bişkênin. Yekgirtinê di nava xwe de çêbikin."
 
Ciwana Sine bal kişand li ser rola rêxistin û aliyên siyasî û diyar kir ku divê rola wan di rêxistinkirina civakê û jinan hebe û piştgiriya hemû jinên ku xwe bi tenê hîs dikin bikin da ku ev diyarde nemîne.