Endama Lijneya Rêveberiya ÎTO: Em şopdarên pêvajoyê ne
- 09:05 27 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL- Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bidawî bûn û niha bala her kesî li pêvajoya dermankirinê ye. Endama Lijneya Rêveberiya ÎTO'yê Încîlay Erdogan bi lêv kir ku wê şopdarên pêvajoyê bin û bi wezareta tenduristiyê re amadene ku bi awayekî koordîne bixebitin.
Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Adarê de da destpêkirin bi dawî bûn. Endama Lİjneya Odeya Tabînên Stenbolê (ÎTO) Încîlay Erdogan der barê pêvajoya dermankirinê de nirxandin kir û da zanîn ku ji ber mafê jiyanê pîroz e, ew îro gelek kêfxweş bûne.
Încîlayê wiha got: “Bidawîbûna grevê agahiyek gelek xweş e. Me ji serî de pêvajo şopand. Ji vê pêvajoyê şûnde jî em raste rast berprisin. Ji bo ku ev pêvajo baş bê meşandin di serî de wezareta tenduristiyê û hemû rayedar xwedî berpirsyariyek mezinin. Em behsa greveke 6 mehan dikin. Ji ber vê di alî tibî de rêvebirina wê girîng e. Mînak koma yekem. Ev koma girînge. Mirovên di rojiya mirinê de yên gihiştine roja 30'an hene. Divê hesastir em nêzî van her du koman bibin.”
‘Em amadene bi wezareta tenduristiyê re bixebitin’
Încîlayê daxuyakirin ku Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi salane mijara greva birçîbûnê dişopînin û di encama xebatên hatine kirin de protokol hatine nûkirin û got daxwaza wan ev e ku li gorî van protokolan tevbigerin û wiha pê de çû: “Divê her kes di vê mijarê de bi hestiyar tevbigere. Em ê jî şopdarên dozê bin. Em amade ne bi wezareta tenduristiyê re bi awayekî koordînekirî bixebitin.”
Încîlayê bal kişand ser nokteyên krîtîk yên greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Koma ewil 6 meh qedandin, ya duyem jî em nizanin ku vîtamîna B1 girtine an na. Koma sêyem jî di rojiya mirinê de ye. Di navbera kesên vîtamîna B1 girtine û yên negirtine de cudahî heye. Yên ketin rojiya mirinê jî ji xwe ji greva birçîbûnê derbasî rojiya mirinê bûn. Wan bi awayekî sînorkirî avî girtin. Kesên di grevê de bi awayekî cidî kîlo winda kirine. Dikare di alî moral de başbin lê ji sedî 10’ê giraniya bedena xwe winda kirine. Kesên di grevê de wê ji girtîgehan sewqî nexweşxaneyan bikin. Dema dibin nexweşxaneyan divê bizanin ku ava bi şekir (ji sedî 5 dekstroz) nayê dayîn. Ji ber dema birçîbûn tê gotin şekir tê hişê mirovan. Ava bi şekir, tê wateya ku ji ber vîtamîna B kême, dikare zirarê bide mêjî. Ji ber vê ew tiştên avî divê 20 heb vîtamîna B Mîx têxinê û bidinê. An jî wê zirarê bidinê. Divê li hemû girtiyan binêrin ku vîtamîna B girtine an na, divê giraniya wan ya ewil û dawî bê fêrkirin. Windakirina kîlo asteke krîtîke.”
‘Ji vir şûnde jî pêvajo naqede’
Încîlay di berdewamiyê de destnîşan kir ku dema çalakger êdî ji dev bên xwedîkirin divê kêm kêm xwarin bê dayîn û piştre bê zêdekirin û got: “Ev rêbaz girîne. Wê di nava rojan de zêde bikin. Divê teqez tiştên bi rûn nexwin. Divê ji xwarinên bi baharat, vexwarinên gazî dur kevin. Ji konserfe, salamura durkevin. Ji ber beden ji rûn fêdeyê nagire wê zirarê bide. Divê tiştên sorkirî, izgara nexwin. Em xwarinên di nava avê de hatine pijirandin pêşniyar dikin. Dema xwarinan de bexdenûz, xiyar, roka, firingî û hinek penîrê bê rûn dikare bê xwarin. Dikarin dew û mast vexwin. Divê sebze baş bê pijirandin. Bila ji çîkolata, şekirê çayê, dims, tahîn, hingiv û reçel dur bikevin. Em wek TTB’ê wê şodarên pêvajoyê bin."
‘Li Marmarayê ji 800’î zêdetir girtî di grevê de bûn’
Endamê Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Marmarayê û Endamê Lijneya ÎTO'yê Murat Ekmez jî amadekariyên li herêma Marmarayê vegot. Murat daxuyakirin ku piştî hevdîtina di 2’ê Gulanê de bi Ocalan re hatiye kirin dest bi amadekariyan kirin e û got: “Bi mehan bû em li bende vê agahiyê bûn. Encamgirtina çalakiyên greva birçîbûnê em kêfxweş kirin. Ev 15 roje em pêvajoya ku grev bidawî bin em ê çawa pêvajoyê bi rêve bibin nîqaş dikin. Hejmarek pir zêde ye. Li Marmarayê ji 800’î zêdetir girtî di grevê de bûn. Ji ber vê mijarek gelek xesas mijara gotinê ye. Niha wê Wezareta Tenduristiyê vî karî bimeşîne. Ji ber vê em li ser midûriyetên tenduristiyê ketin hewldanan. Van hewldanan encam dan. Emê jî wek SES û hekîmên endamên ÎTO tevlî pêvajoyê bibin. Em bi odeya tabînên herêma Marmarayê re jî ketin têkiliyê. Me algorîtma ji wan re şand. Ev çend roj ji bo me krîtîkin. Mudaxaleyên ewil ji bo me pir girînge.”