ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 27 Gulan 2019
  • Rojev
*Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn dawî li çalakiya xwe anîn. Dayikên Aştiyê yên li Wanê bal kişandin ser pemaya Abdullah Ocalan û wiha got: "Silavên Abdullah Ocalan di dilê me de bû hêvî."  BI DÎMEN
 
*Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bidawî bûn û niha bala her kesî li pêvajoya dermankirinê ye. Endama Lijneya Rêveberiya ÎTO'yê Încîlay Erdogan bi lêv kir ku wê şopdarên pêvajoyê bin û bi wezareta tenduristiyê re amadene ku bi awayekî koordîne bixebitin. BI DÎMEN
 
*Dayikên li Enqereyê ku piştî grevên birçîbûnê bidawî bûn, wan jî nobeta xwe bi dawî kirin, diyar kirin ku li aliyekî kêfxweşin û li aliyê din jî ji bo 8 kesên jiyana xwe ji dest dane xemgînin û wiha gotin: “Zarokên me rumeta me ne. Em bi zarokên xwe kêfxweşin. Em ê aştî û azadiyê bînin.”BI DÎMEN