Girtiyên dawî li çalakiya xwe anîn sewqî nexweşxaneyan tên kirin
- 08:57 27 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê duh piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî çalakiya xwe bi dawî kirin, sewqî nexweşxaneyan tên kirin.
Piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku ji bo rakirina tecrîdê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Bi dawîbûnerê bi hezaran girtî ji bo tedawiyê kom bi komî sewqê li nexweşxaneyan tên kirin. Li gelek girtîgehan girtî li revîra girtîgehê, an jî li nexweşxaneyê li ser piyan û bi kelepçekirî tên tedawîkirin.
6 girtiyên ku li Girtîgeha Menemenê di 1'ê adarê de dest bi greva biçîbûnê kiribûn. 6 girtî ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Li Girtîgeha Menemenê 6 girtî di grevê de bûn.
28 girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê piştî tu li revîrê kontrola wan hat kirin, girtiyên ku 26'ê kanûnê de heta duh di grevê de bûn birin Nexweşxaneya Dewletê Yeşîlyurtê. Her wiha li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê 161, li Girtîgeha Şakranê ya Jinan jî 35 girtî di grevê de bûn.
Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyên ku di 26'ê kanûnê de ketibûn greva birçîbûnê, bi rîngê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê. Girtî li ser piyan û bi kelepçekirî ji hêla bijîşkan ve hat kontrolkirin. Piştî kontrolê girtiyan carek din birin girtîgehê. Girtî kom bi komê dibin nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiyan di 26'ê çilê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Hat hînbûn ku girtiyên bi navê Suheyla Taş, Salîha Taşkesen, Zelîha Ustabaş û girtiya ku navê nehat zanîn ku di grevê de ne li nexweşxaneya kampûsa girtîgehê tên tedawîkirin. Piştî kontrolê girtiyan dibin girtîgehê.
Li Girtîgeha Çankiriyê 5 girtî û li Girtîgeha Amasyayê 3 girtî ji bo tedawiyê sewqê nexweşxaneya kirin.
62 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de bûn duh bi dawî kirin lê duh girtiwan sewqê nexweşxaneyê nehatin kirin.
Li Girtîgeha Ceyhanê 8 girtî ji hêla bijîşkên girtîgehê ve hatin kontrolkirin û girtiyan duh sewqê nexweşxaneyê nekirin.
Li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê 15 girtî duh dawî li çalakiya xwe anîn, nayê zanîn ku dê kengê bibin nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha Sergirtî ya Maltepeyê, parêzeran xwestin bi hikumxaran re hevdîtin bikin, lê rayedarên girtîgehê bi hinceta "hikumxarin' destûr nedan hevdîtin parêzeran a bi girtiyan re. Parêzerên li Girtîgeha sergirtî ya Hejmara 2 a Maltepe bi girtiyan re hevdîtin kirin, anî ziman ku girtî dê sibe daxwaznayê bidin rayedarên girtîgehê. Parêzeran, dan zanîn ku bi rêveberiya her du girtîgehan re jî hevdîtin kirin û rayedarên girtîhan ji wan re gotine ku dê girtiyan sewqî nexweşxanê bikin û tu pirsgirêk dernakeve.
Duh li girtîgeha Umraniyê, bi hinceta hikumxarin destûr ji bo parêzeran nehat dayîn ku bi girtiyan hevdîtin bê kirin.
Li Girtîgeha Bolû jî, duh rayedarên girtîgehê bi hinceta piştî saet 16.30'an hevdîtin nayê kirin, destûr neda hevdîtina parêzeran.
Duh ambûlansên hatin Girtîgeha Sîlîvrî li baxçeyê girtîgehê hatin rawestandin. Ambûlansa yekemîn ji girtîgehê derket. Hat diyar kirin ku dê girtiyan sewqî nexweşxaneyên di nava kampusa girtîgehê bikin.
Hat diyar kirin ku 25 grtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya T1 a Tarsûsê jî, ji bo tedawiyê duh rakirin nexweşxanê. Hat destnîşan kirin ku girtî sewqî nexweşxaneyên Tarsûs û Mêrsînê hatine kirin. Parêzerên ku sewqên girtiyan dişopînin, diyar kirin ku dê girtiyên din jî îro sewqî nexweşxaneyan bên kirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, duh li şûna ku girtiyan sewqî nexweşxanê bikin, 3 bijîşk anîn girtîgehê û ev 3 bijîşk girtiyan muayene dikin. Dê di encama muayeneyên bên kirin de girtî sewqî nexweşxaneyan bên kirin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê jî, Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysal Atak û Şafîî Kayihan ên di 10'ê gulanê de dest bi rojiya mirinê kirin duh jî bi ambûlansan sewqî nexweşxanê hatin kirin. Nehat zanîn ku girtî sewqî kîjan nexweşxanê hatin kirin.