Ji girtîgeha Şirnexê 20 girtiyên çalakger rakirin nexweşxaneyê

  • 19:14 26 Gulan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi armaca rakirina tecrîdê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê 20 girtiyên ku ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn ji bo bên tedawîkirin rakirin nexweşxaneyê.
 
Piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku ji bo rakirina tecrîdê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’ya Şirnexê de 22 girtiyên ku ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn bang kirin ku çalakiya xwe bi dawî kirin û ji wan 20 girtî anîn newxweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji bo ku tedawî bikin. Ji 20 girtiyan 12 kes ji bo bên tedawîkirin anîn nexweşxaneyê û 8 girtiyên din jî di otobusê de li baxceyê nexweşxaneyê tên sekinandin.
 
Du girtiyên din jî dê piştre ji bo tedawiyê bînin.