Rojnameger Kîbriye Evren û 3 girtiyên din jî rakirin nexweşxaneyê

  • 19:02 26 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn, piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi dawîkirina çalakiyê, rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. 
 
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 10 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bûn ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Gazî Yaşargîlê. Hat diyar kirin heta niha 18 girtî anîn nexweşxaneyê. Her wiha rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez, Evîn Kaya û Kumrî Tokay jî anîn nexweşxaneyê.  
 
Navên girtiyên ku gihaştin destê me evin; Abdulhalîk Kaplan, Ahmet Topkaya, Cuneyt Aslan, Enver Donmez, Ergîn Akhan, Evîn Kaya, Ferhat Turgay, Hayatî Uzman, Hîlal Olmaz, Kîbriye Evren, Kumrî Tokay, Nîmetullah Çinkiliç, Ridvan Kaya, Sercan Gumuş.